ENQERE - Buhayê îlac û muayineyan di navbera 20 û 60'an de zem bû. Sendîkaya Karsazên Eczaneyan, bertek nîşan da û xwest li ser wan zem pêş nekeve.
Para piştiriyê ya razemeniyên muayine û nexweşxaneyan a nexweşan zem bû. Di roja dawî ya sala 2016’an de di rojnameya fermî de bi 3 guhertinên dubarede heqê muayine û dermanan zem bû. Seroka Giştî ya Sendîkaya Karsazên Hemû Eczaneyan Nurten Saydan daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku zema ji sedî 20 û 60 a muayine û îlalan nayê qebûlkirin. Saydan, anî ziman ku ev zem piştî 1'ê Çileya sala nû ket meriyetê. Nurten Saydan, anî ziman ku êdî bêzar bûne ku heqê muayeneyan tahsîl bikin û êdî nikarin zemê ji nexweşan re vebêjin. Saydan, anî ziman ku welatiyên nexweş bi awayekî mafdar pirsa "Ma te ez muayine kirime. Çima tu tehsîl dike?' dipirsin. Her îtîraza xwe ji wan re dike êdî naxwazin bibin şirîkê van niqaşan.