Deynê Sektora Taybet zêde bû

ENQERE - Deynê Sektora Taybet ê derve 224 milyar dolar derbas kir. Hat zanîn ku Sektora Taybet ji welatên Ewropa 130 milyar dolar deyn kiriye.

Li gorî daneyên Banka Navendî (MB), deynê sektora taybet ê ewropa zêde bûye. Ji meha cotmeha 2016'an û şûnde deynê sektora taybet gihişt 224 milyar dolarî. 207 milyar dolar deynê demdirêj û 17 milyar dolar jî deynê demkurt e. Sektora taybet herî zêde bi 29,27 milyar dolar ji welatên Îngîlîstan, Galler, İskoçya û Îrlanda deyndarê dema dirêj e. Bi 20.3 milyar dolar jî ji DYA deyndar e. Bi 20,01 milyar dolar jî ji Almanya deyndar e. Sektorên taybet ên Tirkiye bi 16,7 milyar dolaran ji Holanda, bi 12,05 milyar dolaran ji Luksemburg, bi 11,44 ji Bahreynê, bi 9,33 milyar dolaran ji Avusturya, bi 7,37 milyar dolaran ji Firansa û bi 5,39 milyar dolaran Belçîka deyndar e. Ji bo dema kurt jî bi 3,7 milyar dolaran ji Kraliya Yekbûyî, bi 2,25 milyar dolaran ji Hollanda, bi 1,83 milyar dolaran ji Almanya, bi 1,8 milyar dolaran ji Belçika, bi 1,22 milyar dolaran ji Amîriyên Ereb ên Yekbûyî deyndar e.


ÇAVKANIYA KREDIYAN EWROPA YE

Sektorên taybet ji welatên Ewropa bi tevahî nêzî 130 milyar dolar e. 34 milyar dolar ji welatên Asya, 25,5 milyar dolar ji welatên Amerika deyn kiriye.

Balkêş e bi qasî deyn hatiye kirin ew qaz bazirganî nehatiye kirin û mal nehatiye stendin.