AMED - Bi buhabûna dowîzan re qirîza aborî zêde dibe. Esnafê Hala Fêkî û Sebzeyan a Amedê jî para xwe ji vê qrîzê digirin. Esnaf û karkeran diyar kir ku rewşa wan ji ya salên borî xerabtir e sedema vê yekê şer e. Esnafan destnîşan kirin ku çareseriya qirîzê diyalog û hevdîtina bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re ye.
Ji ber buhabûna dovîzê, her diçe li Tirkiyê û Kurdistanê qirîza aborî mezintir dibe. Qirîza aborî bandorek mezin li ser esnaf û karkeran dike. Li bajarên Kurdistanê jî yek navendên herî zêde ku bi aboriya xwe tê nasîn jî Amed e. Qriz, bandorek mezin li ser esnafan dike. Li Hala Fêkî û Sebzeyan a Amedê jî esnaf û karkerên li vir dixebetin ji ber ku kar nabe û aboriya Tirkiyê ber bi xerabûnê ve diçe bi gazinc in.
ÎSAL REWŞ XERAB E
Her roj bi dehan kamyon ji herema Çukorovayê fêkî û sebze tije tên Hala Amedê û li vir radestî komîsyonvanan tê kirin. Lê ev kamyon jî ber ku fêkî û sebze zêde nayên firotin bi rojan radiwestin. Li Halê bi sedan karker jî li gel sir û seqema dijwar jî ji bo debarên xwe bikin dixebitin. Hin ji van karkeran bi mehane û hin ji wan jî bi rojane û heftane dixebitin. Gelek esnaf ji ber nikarin kar bikin deriyên dikanê xwe digirin û hin esnafên din di şûna wan de tên dikanên komîsyonê vedikin û ew jî pişt re deriyên xwe digirin. Esnaf û karkeran diyar dikin ku ji ber qirîza aborî, rewşa aboriya îsal ji ya salên bihûrî xerabtir e û bi îflasê re rû bi rû mane.
‘QIRÎZA ABORÎ LI SER ME BANDOR DIKE’
Yek ji karkerên Halê Gokhan Ayşîn diyar kir ku ji ber qirîza aborî kar tune û ev li ser karê wan bandorê dike. Ayşîn anî ziman ku hilberîner ji ber zerar dike pereyên hindik dide wan û wiha got: "Sedema rawestandina kar qirîza aborî ye."
‘LI DIJÎ ABORIYÊ JÎ DARBE PÊK HAT’
Esnafê 40 salin karê komîsyonê dike Eşref Zinarî jî bi awayekî tund li dijî qirîza aborî derket û wiha got: “Tenê sedemek vê qirîzê heye ew jî meşandina şerê qirêj e. Şerê qirêj yê li Sûr, Nisêbîn û Geverê aborî têk bir. Li ser darbeya 15’ê Tîrmehê, darbeya AKP’ê ku lê zêde bû jî aboriya Tirkiyê ji binî xelas kiriye. Tenê ne li Kurdistanê li tevahiya Tirkiyê, gel ji ber qirîza aborî bêzar e." Zinarî destnîşan kir ku hemû çavkaniya debara gel têk çûye û wiha got: “Tenê sedemek vê têkçûna aboriyê heye. Ew jî şerê li heremê û Tirkiye yê tê meşandin.”
‘NAVNÎŞANA HEMÛ ÇARESERIYAN GREVA ÎMRALIYÊ YE’
Zinarî çareseriya pirsgirêka aborî, civakî, siyasî û hemû arîşeyên din wek navnîşan Greva Îmraliyê da nîşandan û wiha axivî: “Hemû tişt bi wir ve girêdayî ne. Dem em li pêvajoya salek û nîv berê dinêrin, hemû pirsgirêkên li Tirkiyê ji aborî bigire heta civakîbûnê dihatin çareserkirin. Lê belê vê yekê asteng kirin. Eger ku îro li gel çeteyên qirêj hevkarî bê kirin tu kes nikare Tirkiyê ji vê yekê rizgar bike. Tenê riya çareseriyê ew der e. Tu riyek din a çareseriyê nîne. Eger ku ev rewş wisa bidome, dê pirsgirêkên aborî yên Tirkiyê kûrtir bibin. Bi mezinbûna pirsgirêkên aborî re dê pirsgirêkên Tirkiyê jî mezin bibin. Çawa di salên 90’î de êrîşî sazkarên kurd kirin û xwestin aboriya heremê xelas bikin, dê îro jî heman tişt pêk were. Em ê di heman serdemê de derbas bibin û dê encama niha bibe wek ya salên 90’î.”
‘ŞER LI SER ABORIYÊ BANDOR DIKE’
Esnafê bi navê Haci Ulaş jî diyar kir ku ev bû nêzî mehek nikare tu karekî bike û got ku ew nikarin deynên xwe jî bidin. Ulaş da zanîn ew hatine wê rewşê pere di nav esnafan de nemaye ku ji hev deyn bikin û got ku qirîza aborî derketiye asta herî jor lê heya hin kesan jê nîne. Ulaş jî sedema qirîza aborî bi qewimandina şer re girê da û got ku ne ji şer bûna dê îro qirîza aborî jî nebûya.
‘EM HEQÊ MAZOTA XWE DERNAXIN’
Ajokarê bi navê Mucahît Avci jî ku sefera kamyonan dike destnîşan kir ku pereyê ew qezenç dike jî nîvî dide sotemeniya maşîne û bacên maşîneya xwe û got ku çi pêk tê bi serê gel û esnafan re derbas dibe. Avci anî ziman ku her diçe boçûna Tirkiyê bi felaketek mezin ve diçe û got ku çareserî bi pêkanîna aştî û aramiyek mayînde ve girêdayî ye.
Bîlal Guldem/Devran Toptaş - dîhaber