ÎZMÎR - Kedkarên Îzmîrê diyar kirin ku zema heqê kêm ya kirine 104 TL sedeqeye û wiha: “Em nikarin bi vî pereyî wekî mirovan bijîn. Heqê kêm hêj ne ketî berîka me qediya.”
Heqê kêm yê ku ji aliyê hikûmetê ve ji bo 6 mehên destpêkê yên sala 2017’an diyarkiriye hêj neketî berîka kedkaran qediya. Heqê kêm yê wekî hezar û 404 TL hat diyarkirin, ji ber zemên li ser benzîn, xurekan ev pere ji bo kedkaran wekî sedeqe ma. Ligel vê dolar gihişt 3.60 lirayî û rekora xwe şikand. Di destpêka sala 2016’an de dolar 2.91 lira bû, heqê kêm ê hezar û 300 TL bû bi dolar dikir 446 dolar. Di sala 2017’an de jî heqê kêm wekî hezar û 404 TL hat diyarkirin û ji ber bilindbûna dolar heqê kêm bi dolar dibe 390 dolar. Kedkaran diyar kir ku bi zema hatiye kirin herkes tê xapandin û divê hikûmet heqê kêm bîne halê ku mirov bikaribin pê bijîn.
‘HER ROJA KU DIÇE KEDKARAN HÎN ZÊDETIR DIKIN KOLE’
Karkerê paqijiyê Can Balta, da zanîn ku li Tirkiyeyê her roja ku diçe kedkar û karkeran bêhtir dikin kole û wiha got: “Xilasbûna ji vê jî bi yeketiya bindestan pêkane. Divê sendîka destê xwe bixin bin kevir, bêdengbûn û li dijî tiştên tên jiyîn bê bertek mayîn bê wateye. Zema li ser heqê kêm bi rastî trajîke. Parlamenterên ku ev pere diyarkirine gelo dikarin bi vî pereyî bijîn ez mereq dikim. Gelo bêyî ku bidizin û ji kedkaran bigirin dê bikaribin bijîn.”
‘EV DIZÎ YE’
Karkerê sanayiyê Ayhan Tural bi lêv kir ku hikûmeta ku bi kevçî dide bi heskuyan distîne û wiha pêde çû: “Heqê kêm ne tenê ji bo kedkarane. Heqê kêm çiqas bikeve xwarê dê maşên li hemû qadên din jî bikevin û kêm bibin. Hikûmet bi feqîrtî û bêkariyê gefan li gel dixwe. Hikûmet kedkaran bi şîdeta aborî dixwaze dibin zextan de bihêle. Divê herî kêm heqê kêm 2 hezar lîra be. Bi vî pereyê ku niha didin em nikarin wekî mirovan bijîn. Hikûtem daxwazên karsazan bicih tîne. Ji kedkarên ku heqê kêm digirin û karsazan heman bacê digire, ez dizî ye. Hikûmet butçeya xwe ji bo şer bikartîne. Bi vê tê dîtin ku pereyê me didin çek lê divê perê me bidin zanist û tendirûstiyê.”
‘BI VÎ PEREYÎ EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
Serokê Sendîkaya Genel-Îş a hêjmar 5 a Îzmîrê Alî Haydar Kara, da xuyakirin ku malbatek 4 kesî nikare bi heqê kêm ê hatiye diyarkirin debara xwe bike û wiha axivî: “Bi van hêjmaran kesek nikara wekî mirovan bijî. Kedkar di şert û mercên sedsala 18’an de dijîn. Ev nayê pejiarandin. Di salên bihûrî de her 6 mehan carekê zem dihat dayîn. Lê AKP’ê ev kir salê carek. Ev her tiştî nîşan dike. AKP di 15 salên îktîdara xwe de tiştekî baş ne kiriye. Bacên ku ji kedkaran tên girtin ji bo şer û ewlehiyê tê bikaranîn. Niha tenê ji bo şer butce veqetandine. Ne ji zanistê re ji diyanetê re butce veqetandin. Ji bo mirinê bucte hat veqetandin.”