Esnafên Mêrdînê: Em heta qirikê di nav deynan de ne

MÊRDÎN - Krîza aborî, pişta esnafên Mêrdînê jî şikand. Li bajêr gelek esnas ji neçarî derabeyên xwe danîne û esnafên li ser piya mane jî piraniya wan bêyî serfetihê bikin, roj li wan diçe ava.

Li Mêrdînê, ji ber geşdan û qewimînên dawî gelek esnafên tu karî nakin, ji neçarî derabeyên xwe datînin û dikanin xwe digirin. Li Sûka Kevn a Mêrdînê ku wargeha danûstendina serdêran û gelê herêmê ye, esnafan got hema bêje serrfetih ji sedî 70'ê kêm bûye û refên wan vala mane. Ji esnafên sûkê Ekrem Berbecî yê ev 30 sal e esnaftiyê dike wiha diyar kir ku carinan ew qet serfetihê jî nakin û wiha wehametiya rewşa ew tê de ne anî ziman: "Em dikanê çawa vedikin, wisa jî digirin."

'JI BER EV DIKAN JI BAVÊ MIN MAYE NAXWAZIM BIGIRIM AN JÊ...'

Feyzî Bîrgun (69) ê li Sûka Kevn a Mêrdînê ev 60 sal e mêwefiroşiyê dike anî ziman ku, li sûka ku 2 sal berê ji mirovan xalî nedibû niha çivîk jî lê nafirin. Bîrgun got, ew ji 9 saliya xwe ve li ber destê bavê xwe dest bi vî karî kiriye û wiha axivî: "Êdî turîst jî nayên, milet jî berê xwe da Bajarê nû. Tu kêf û zewqa vir nemaye. Halbûkî li vir her tişt mûazam bû. Bi sala ye em emkdarên van dera ne. Êdî hatiye wê rewşê ku, em nikarin bixebitin. Ji ber ev dikan ji bavê min ji me re maye naxwazim wê bigirim."

Bîrgun diyar kir ku, ew ditirsin ku krî kûrtir bibe û wiha got: "Xwezî tenê ev bûna û ji vê xerabtir tiştek xwe nedana der. Metirsiya me ew e ku kûrtir bibe."

JI 20 DIKANÎ TENÊ 5 JÊ VEKIRÎ MANE

Yek ji wan kesên ku êdî hatiye radeya dev ji dikana 100 salî ya ji bavê wî maye berde jî Ekrem Berbeciyê 50 salî ye. Berbercî got, li ser danûstendinê bandora ewil bi valakirina gundan xwe da der û wiha domand: "Berê gundî dihatin vir. Kêmbûyîna ewil bi valakirina gundan xwe da der. Dema êdî hew zebze ji gundan hatin, hala zebzeyan jat rakirin û bi vê re hêdî hêdî dikan vala bûn. Paşê avabûyîna Bajarê nû derket pêşberî me. Vê carê jî ji Mêrdîna Kevn ber bi Bajarê Nû ve koç dest pê kir. Piştî bûyer û qewimînên dawî jî, ji 20 dikanan tenê 5 dikan vekirî man. Êdî kesê bixwaze li van dera bimîne jî namîne. Rojna jê em qet serfetihê jî nakin, em çawa vedikin wisa jî digirin."

QEZENC JI 400 LÎREYÎ DAKET 10 LÎREYÎ

Berbercî got, wî berê 400 lîre qezenc bi dest dixist û dest nîşan kir ku, niha ev daketiye 10 lîre yî. Bavê 3 zarokan Berbercî wiha temmî kir: "Bi zor û heft bela em îdare dikin. Bi destpêkirina bûyeran re êdî hew hatin. Hêvî ew e ku, êdî ev bûyer neqewimin, mirov nemirin. Hêvîdarim ew rojên jiyîneke qet metirsî lê nehasilin bên û em jî xwe bigînin weziyeta xwe yî berê."

Arîf Altinoz ê li heman sûkê dikandarekî 13 salan e ragihand ku, wan tu carî rewşeke wek a du salên dawî nedîtiye. Bavê 2 zarokan Altinoz got, berê wextê wan tune bû çayekê jî vexwin, lê niha hemû roja xwe bi çatvexwarinê derbas dikin û wiha got: "Hema bêje ev du sal û nîv etu kar tune ye. Berê ruyê esnafan dikeniya, kar baş bû. Lê niha, hûn herin cem kîjan esnafî hûn dibînin ku çay û cixareyê vedixwe. Serfetiha ji sedî sed bû, niha ne ji sedî 20 e jî. Em heta qirê di nav deynan de ne."

REF VALA NE

Altinoz wiha domand: “Nêviyên refê me vala ne, em pêdiviyê bi tijekirinê nabînin. Berê me her roj mal dikirî, lê niha em nikarin bikirin. Salek du salên din jî em jî rêwî ne."