Li Stenbolê piştî 16 salan cara yeken hêjmara turîstan kêm bû

ENQERE - Li Tirkiyeyê ji ber rageşiya siyasî û geşedanên li herêmê 2016’an di turîzmê de kêmbûn çêbû. Ji sala 2000’an ve hêjara turîstên biyanî yên tên Stenbolê cara yekem ji sedî 26 kêm bû.

Li Tirkiyeyê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bandorek mezin li ser herêmê kir û piştî şerê navxweyî yê li herêmê tê jiyîn, ji ber fikara ewlehiyê zêde bûye di hêjmara hatina turîstên biyanî de kêmbûnek çêkir. Li Stenbolê ku ji sala 2000’an ve cara yekem tê dîtin ku hêjmara turîstan kêm bûye, windahiya herî mezin jî di meha Hezîranê de hat jiyîn. Di sala 2016’an de windahiya ji dahatuya turîzmê tê texmîn kirin ku 7.6 milyar dolare.

Li gorî daneyên ji aliyê Midûryeta Turîzm û Çandê ya Stenbolê ve hatine aşkera kirin, di hêjmara turîstên sala bihûrî ji sedî 35.2 kêmbûn çêbûye. Li gorî meha Çileyê ya 2016’an ji sedî 0.1 windahî çêbûye. Ji bilî wê di hemû mehan de hêjmara hatinan turîstan a Stenbolê kêmbûye. Di sala 2016’an de 9 milyon û 204 hezar turîst hatin herêmê û ev hêjmar di sala 2015’an de 12 milyon û 415 hezar bû.

HERÎ ZÊDE JI ALMANYAYÊ HAT

Li bajar di sala 2016’an de herî zêde turîstên biyanî 1 milyon turîst ji Almanyayê hatin. Piştî Almanyayê, bi 648 hezar turîst Îran, bi 476 hezar turîstan Erebîstana Suudî, bi 371 hezar Îngîltere û 362 hezar jî Fransa hevdu dişopîne. Dema em bi qiyasê sala 2016’an lê dinêrîn di nava 10 welatên ku herî zêde Stenbol ziyaretkirine kêmbûn di DYE û Iraqê/ Hêrêma Federal a Kurdistanê de çêbûye. Di sala 2016’an de hêjmara turîstên DYE’yê yên ku Stenbol ziyaret kirine ji sedî 43,2 kêm bûye û hêjmara turîstrên ji Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê jî 43.1 bûne. Hêjmara turîstên biyanî yên ji Rûsyayê hatine Stenbolê jî ji sedî 39.1 kêm bûne.

DI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ DE JI SEDÎ 30.8 KÊM BÛYE

Wezareta Çand û Turîzmê derbarê hêjmara turîstên ku hatine Tirkiyeyê de her dawî di meha Mijdarê ya 2016’an de dane parvekiribûn. Ligorî van daneyan, hêjmara turîstên biyanî yên hatine herêmê ji meha Çileyê heta meha Mijdarê ya 2016’an li gorî sala bihûrî ji sedî 30.8 kêmbûn çêbûye. Di 11 mehên 2015’an de 34.7 milyon turîstan welat ziyaret kiribûn. Ev hêjmar di sala 2016’an de ket 24 milyon tûristan.