Dolar/tl 3,6040 derbas kir

STENBOL - Ji ber şer û teqînên bombeyan piyase di nava fikaran de ye. Geşedanên siyasî ku dolar/TL di bin zextan de dihêle piştî duh bi 3.64 gihişt asta herî jor îro sibê di asta 3.61’an de diçe û tê.

Ji ber bandora dirêjikrina OHAL’ê û bendêmayîna enflayonê ya hefteyê dolar/TL ku asta dîrokî 3.6040 bû bi geşedanên kûrewî duh serê sibê heta niha bi 3.56 kêm bû.

Piştî qetîna duh ya li Îzmîrê dolar/TL ku di asta 3.6401 de bû îro serê sibê di asta 3.6086/3.6125’î de ye.

Duh ku Euro/TL 3,8252 bû, piştî ket 3,7980'î niha jî 3,8205'e. Sterlîn/TL di asta 4,4690 de ye.