WAN - Serokê Kooperatifa Berxwiriyê ya Medya Nabî Kaçak ê ku hêza xwe ji berhemên organîk ên herêmî yên hilberîner digire û yekser berhem digîne destê berxwiran (serfkar) bal kişand bandora qrîza siyasî ya li ser aboriya Tirkiye û wiha got: "Qrîza aborî di ser me re şiqitî. Ji ber ku em hêza xwe ji gel digirin."
Komîsyona Aborî ya Wanê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), salek berê projeya aborî ava kir û Kooperatifa Berxwiriyê ya Medya ava kir. Kooperatif, zêdeyî salekê ye berhemên herêmî yekser ji destê rençber û hilberîneran digire û yekser digîne destê berxwîran. Têkildarî rewşa qrîza aborî ya Tirkiye Serokê Kooperatifa Berxwiriyê ya Medya Nabî Kaçak bal kişand bandora qrîza siyasî ya li ser aboriya Tirkiye û wiha got: "Qrîza aborî di ser me re şiqitî. Ji ber ku em hêza xwe ji gel digirin." Kaçak, anî ziman ku sermayeya kapitalist ji keda karker, cotkar û gel hêza xwe digere û li ser keda wan xwe mezin dike û wiha got: "Lê dijberî pergala kapîtalîst em yekser berhemên organîk ji destê rençber û hilberîneran digirin û yekser digînin destê berxwiran. Em di navbera hilberîner û berxwiran de pir in. Di vir de hem hilberîner û hem jî berxwîr li karê ne. Her du jî qezenç dikin. Li aliyê din jî keda hilberîner nayê xwarin. Berxwir jî raste rast berhemên organîk ji destê yekem digire û bi erzanî dikire. Ne hilberîner zerar dike û ne jî berxwîr zerar dike. Li vir her kes sûdê digirin."
Kaçak, da zanîn ku berhemên ku li vir tên firotin ji yên piyasê bêtir organîk û destê yekem e û wiha dawî li gotina xwe anî: "Li Tirkiye qeyrana aborî heye. Lê zêde bandor li me nake. Qeyrama borî di ser me re şiqitî. Ji ber ku em hêza xwe ji gel digirin. Salek berê 180 şirîkê kooperatifê hebûn. Niha 250 şirîkê kooperatifê hene.