STENBOL - Roj bi roj pereyê dolar li hemberî TL qîmeta wi zêde dibe. Dolar serê sibê bi 3.8960 tl dest bi rojê kir. Euro/TL jî gihişt 4.11'an.
Bi rageşiya siyasetê re krîza aborî û dolaran jî zêde dibe. Her roj dolar li hemberî tl zêde dibe. Pereyên Tirkiye li hemberî dolar bê qîmet dibin û dihilin. Duh Banka Navendî (Merkez Bankasi) xwest tedbîran bigire. Lê tedbîrê Banga Navendi banroa xwe nekir. Dolar, 3.89 derbas kir û destpêka rojê bi 3.8960'an dest pê kir. Saet di 08:35'an de kur derket asta 3.8560'an.
EURO 4.11’ DERBAS KIR
TL, li hemberî euro qîmeta wî daket. Duh Euro bi 4 lt bi dawî bû û ro serê sibê Euro 4.11 derbas kir û gihişt 4.1128. Euro/TL niha di asta 4.06'an de ye.