SEMSÛR - Bazarvanên Kolikî, ji ber krîza aborî û lawazbûna hêza kirînê bi gilî û gazinc in. Bazarvanan diyar kir ku, malên ew dikirin bi piranî niakrin bifiroşin û anîn ziman ku, ew bi xesarê her roj berê xwe didin malê.
Li bazara semtê ya li Taxa Firatê ya Kolika Semsûrê, esnafan anî ziman ku ew li dezgehên seroberê dixebitin û ji ber firotin çênabe bi gilî û gazinc in. Bazarvanên semtê anîn ziman ku, siyasetmedarên di hilbijartinan soz dan wan careke din ber bi wan ve nehatine û gotin, ew di rojên zor û zehmet de derbas dibin.
‘KES NAYÊ BAZARÊ'
Bavê 9 zarokan bazarvan Abuzer Sandi (66), got hêza kirîna gel a ji bo zebze û fêkiyan nemaye û ji ber zemê ew nikarin tu karî bikin. Sandi diyar kir ku, tu alternatîfeke wan a ji bo karekî din jî tune ye û wiha domand: "Em rojê bi 200 TL'yî firotinê dikin. Dema rewş ev be, dê çi bibe, helbet em ê perîşan bibin. Ji ber şer û krîza aborî bi milet re pere nemaye. Kes ji bo danûstendinê nayê. Em bi 2 hezar an jî 3 hezarî mal dikirin. Lê belê, ji ber firotin çênabin em heqê malê dikirin jî dernaxînin."
‘BI BUHAYÊ EM DIKIRIN JÎ NIKAN BIFIROŞIN'
Sandi dest nîşan kir ku, ew nikare debara mala xwe jî bike û wiha domand: "Em zebze û fêkî buha dikirin. Mînak, em firingiyan bi 2 TL'yî dikirin. Lê belê, dema nay firotin, ji bo em ji dest xwe derxînin, bi 1.5 TL'yî difiroşin. Em mandalîna û poteqalan bi lîreyekê dikirin, bi 7.50 qurişî difiroşin. Heke em nefiroşin dê di dest me de bimînin. Kes ji derdê me fêm nake. Kes dengê me nabihîse." Sandi got, sedemeke din a ew kar nakin jî belawelabûna cihê bazarê ye û wiha bang li rêveberên şaredariyê yên soz dabûn wan kir: "Hûn cihê me dibînin. Em ê li cihekî wisa çawa kar bikin. Ev jî ne bes e, wê sibe dusibe werin me ji vir derxînin û em nizanin em ê biçin kuderê. Dema cihê me ne paqij be muşterî jî nayên."
'EM CIHÊ BAZARÊ DIXWAZIN'
Bavê 6 zarokan esnafê bi navê Memet Dolaş (47) jî wiha got: "Bila cihekî ji me re çêbikin, heqê wan çi be bila bistînin. Weke hûn dibînin, me naylona kişandiye ser daran û di bînî wê de karê xwe dikin. Dema hûn li bajarên din dinihêrin, bazarên semtan ji aliyê şaredariyan tên çêkirin. Êdî heftane ye, mehane ye şaredarî dê heqê xwe bistîne. Di dema hilbijartinê de tên ji me r dibêjin 'em ê cihê bazarê wiha çê bikin, wiha bikin.' Piştî hilbijartinan weadên didin bi cih nayînin. Ji bo her tiştî heye, lê dema mesele bibe feqîr ji bo wan tune ye."