STENBOL - Dolar û Euro roj bi roj zêde dibe. Dolar û Euro dîsa bi rekorê dest bi rojê kir. Dolar saet di 09.52'an de gihişt 3.9221 TL û Euro jî ji 4.15 TL derket 4.17 TL yan.
Dolar û Euro roj bi roj li hemberî TL zêde dibe. Kura Dolar ku duh bi 3.94 tl bi dawî bû, piştî daxuyaniya Serokdewletê DYA'ê pêlekê daket. Dolar ku li hemberî pereyên cîhanê qîmeta wî daket, li hemberî TL zêde dibe. Serê sibê bi 3.8640 TL dest bi rojê kir û Piştî saet 09:52'an Dolar li hemberî TL gihişt 3.92'an. Euro jî rekor şikand. Euro ku 4 hezar TL derbas kir, Serê sibê bi 4.15'an dest pê kir, piştî saet 09:52'an gihişt 4.1742 tl.