STENBOL - Seroka TUSÎAD'ê ku Cansen Başaran Symes, polîtîkayên hikûmetê rexne kir û diyar kir ku hikûmet bi nexweşiyên îthal ên li Rojhilata Navîn nikare pêşerojê ava bike. Symes, hikûmet di milê OHAL, Laiklik û YE'ê de hişyar kir û anî ziman ku hedefa Tirkiye ya YE'ê lawaz bûye.
Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirk (TUSÎAD) bi armanca serok û rêveberiya xwe ya nû hilbijêre di civîna Lijneya Giştî ya 47'an de li hev kom bûn. Li bendê ye ku Erol Bilecik peyvira Serokê TUSİAD'ê ji Cansen Başaran Symes dewir bigire. Seroka TUSİAD a niha Cansen Başaran-Symes di civîna lijneyê de polîtîkayên hikûmetê rexne kir û xwest Hikûmet polîtîkayên OHAL, Laîklîk û YE'ê ji nûve di ber çavan re derbas bike. Cansen Başaran Symes, anî ziman ku pergala liberal a cîhanê ji cihê xwe leqiya ye û wiha got: "Divê biryarên ku pergala aborî li ser bingeha wê bide rûniştandin pêş bikevin. Ger ku Tirkiye dixwaze di pêşerojê de piştgiriyê bide Rojhilata Navîn û pêşengiyê bike divê polîtîkayên xwe rast bike. Divê bi îthala nexweşiyên Rojhilata Navîn polîtîkayên xwe ava neke. Heta Laiklik pêş nekeve û tundî bi dawî nebe Tirkiye nikare aboriyê rast bike. Welatê ku rojekê hemû welatan hesûdî dikir îro ji ber polîtîkayên derve em li pişt mane. Roj bi roj kevan dikeve nava civakê û civak dibe du birr. Symes, da zanîn ku astengiyên li ser azadiya ramanê zerarê dide menfaet û pêşeroja wan. Em ne bawerin ku ev pirsgirêk bi OHAL û ewlehiya çareser bibe. Divê dest ji projeyên YE'ê bernedin. Divê em di van projeyan de bi israr bin."
Di civîna Lijneya Rêveberiya TUSÎAD'ê de Erol Bîlecîk ji bo serokatiya nû hat hilbijartin.