'Ger Erdogan dest ji Serokdewletiyê berde dowîz dê dakevin'

STENBOL - Prof. Dr. Hayri Kozanoglu, têkildarî qeyrana aborî axivî û diyar kir ku ger Serokomar Erdoğan dest ji evîna "Serokdewletiyê" berde dê dowîz dakeve û qirîza aborî ber bi aramiyê ve biçe.

Bi rageşî û niqaşên li meclîsê re dolar û eûro li hemberî tl roj bi roj zêde dibe. Têkildarî rewşa krîza aborî û siyasî Alk. Doç. Dr. Ozgur Muftuoglu, Aborînas Mustafa Sonmez û Aborînas Prof. Dr. Hayri Kozanoglu nirxandin kirin.

Alk. Doç. Dr. Ozgur Muftuoglu, anî ziman ku gelek sedenêm ku bandorê li zêdebûna Dolar û Euro dikin hene û wiha got: "Li Tirkiye aborî li ser pergala înşaet û mutahîtan pêş dikeve. Hemû ax û keviran dikin beton û avahî. Êdî dawiya vê hewldanê hatiye. Milê din li ser keda karker û karmendan zextek mezin heye. Heqê keda wan tê xwarin. Ev jî hatiye asta ku êdî bi rêve neçe. Ji ber ku êdî hilberîn neye serfkar û berxwir tune ye. Xizanî zêde bûye bê bawerî zêde bûye. Sedemek din jî şerê piştî hilbijartina 7'ê Heziranêye. Rageşiya li Tirkiye, şerê li Sûriye, bandorek neyînî li ser aboriyê dike. Piraniya aboriya Tirkiye li ewlehiyê tê xerçkirin. Sedemek din jî pirsgirêka kurevî ye. Polîtîkayên neoliberal ên cîhanê ne."

HETA AŞTÎ TUNE BE QEYRANA ABORÎ ÇARESER NABE'

Muftuoglu, destnişan kir ku heta demokrasî xurt nebe û mirov nikaribe pêşeroja xwe diyar bike pirsgirêk çareser nabe û wiha got: "Rageşî zêde ye. Keda karkeran tê xwarin. Koletî heye. Xizanî cudakarî zêde ye. Sedema herî mezin lawaziya demokrasiyê ye. Çareserî xurtkirina demokrasî û aştiyê ye. Divê aştiya civakî bê xurtkirin.

Aborînas Mustafa Sonmez jî destnîşan kir ku bandora hundir û derve li ser zêdebûna dolar û euro heye û wiha got: "Li nava Tirkiye rîskên polîtîk, aborî û jeopolitik pir zêde bûye. Ev rîsk kesên biyanî pir eleqeder dike. Ji ber ku biyanî li vir dikevin nava tevgerê dolar zêde dibe. Sedemek din rageşiya li meclîsê ye. Li Meclîsê sanaryoya yek mirovî heye. Ev rageşiya rejima yek mirov bala biyaniyan dikişîne. Ev bandorê li ser zêdebûna dolaran dike. Banka Navendî duh bunayê dolaran kêm kir, lê ev jî ne çaresekî ye. Ger ku faîz zêde bibe razemenî nayê kirin. Mirov êdî krêdî nastînin û xerç nakin. Ji ber faîza zêde lêçûn jî zêde dibe.

RAGEŞIYA DEMOKRASÎ

Prof. Dr. Hayri Kozanoglu, têkildarî qeyrana aborî axivî û diyar kir ku ger Serokomar Erdoğan dest ji evîna "Serokdewletiyê" berde dê dowîz dakeve û qirîza aborî ber bi aramiyê ve biçe. Kozanoglu, anî ziman ku 3 faktorên bingehîn hene wiha got: "Sedema yekemîn bi hilbijartina Serokê Emerîka Trump re bendewariya li Emerika faîz zêde bibe. Zêdebûna lêcûnên cemaweriyê. Sedema duyemîn pirsgirêkên aborî yên Tirkiye yên bingehîn û deynê Tirkiye yên 310 milyar dolar ê sektora reel. Ji ber ku îthalat ji îxracatê zêdetir e deyn jî zêde dibin. Divê salê 200 milyar Dolar pereyê daze bê dîtin. Ev jî dibe sedema ku tl qîmeta xwe winda bike.

GER ERDOGAN DEST JI EVÎNA SEROKDEWLETIYÊ BERDE

Kozanoglu, da zanîn ku Tirkiye bi guhertina qanûna bingehîn rejîma wê jî tê guhertin û wiha got: "Guhertina rejîmê razemeniyên biyanî ji xwe direvîne. Wan dixe nava tirs û fikaran. Piyasa Serokdewletiyê nakirin. Piyasa serokdewletiyê difiroşin. Divê êdî ev trên rêya xwe biguherîne. Ji bo vê yekê jî divê Serokomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan dest ji evîna Serokdewletiyê berde. Ger ku dest ji vê evînê berde dê dolar û euro dakeve.