STENBOL – Esnafên Tahtakale diyar kirin ku ji ber polîtîkayên Tirkiye yên navxweşî û derve firotina îsal li gorî sala par ji sedî 80 kêm bûye. Esnafan diyar kirin ku rêya çareseriyê li şuna polîtîkayên şaş parastina aştiyê ye.
Li Tirkiye dolar girêdayî rewşa siyasî li hemberî TL roj bi roj zêde dibe. Her ku krîza siyasî kûr dibe dolar zêde dibe û bandora neyînî li aboriya esnaf, welatî, karsaz û karmendan dike. Herî dawî dolar, gihişt 3.9285 TL. Ji ber dolar zêde dibe kirîn û firotina esnafan jî kêm dibe. Esnafên Sûka Tahtakale bertek nîşonî polîtîkayên hikûmetê dan û diyar kirin ku ji er polîtîkayên hikûmetê yên şaş krîza aborî kûr dibe. Esnafan anîn ziman ku çareserî polîtîkayên aştiyê û aramiyê ne. Li sûka Tahtakale ku berê kirîn û firotin gelek zêde bû, niha pir bêdeng e û êdî esnaf nikarin malê xwe bifiroşin.
FIROTIN JI SEDÎ 80 DAKET
Esnafê Tahtakale yê ambalajan difiroşe Îbrahim Guner (32), anî ziman ku êdî wekî berê muşterî nayên û li gorî sala par ji sedî 80 firotin daketiye. Guner, anî ziman ku geşedanên siyasî û polîtîkayên hikûmetê yên şaş ku li hundir û derve pêş dixe krîza aborî kûr dike. Guner, da zanîn ku herî zêde esnafên Sûka Gitî (Kapali Çarşi) neyînî bi bandor dibin. Guner xwest berî her tiştî 4 partiyên siyasî li hev bikin û pirsgirêka rastîn niqaş bikin.
‘SIBÊROJ NE DIYAR E'
Esnaf Îsmet Çeleng ê 80 salî ku 70 salin şekir difiroşe anî ziman ku êdî welatî ji sibêroja xwe bi fikar in û di nava fikarê de ne. Çelenk, anî ziman ku êdî ji bilî ereban turîst nayên vir û kar tune. Çelenk, bilêv kir ku heta 2 sal berê bi komî difirotin lê niha êdî ji ber ku nayê firotin perekende difiroşin.
Esnaf Îsmet Şahin (65) jî anî ziman ku êdî kar ne wekî berê ye û wiha got: "Em naxwazin hêviyên xwe winda bikin. Dolar roj bi roj zêde dibe. Her ku dolar zêde dibin hêviyên me jî kêm dibin. Ji yekîtiyê hêz çêdibe. Ger ku em bibin yek em dê van rojên zor û zahmet derbas bikin.
’30 SALIN MIN TIŞTEKÎ WISA NEDÎTİYE'
Esnaf Aydın Kocatekin (58) jî anî ziman ku ger ku ew qas bûyer û alozî hebin dê aborî jî ew qas xera bibe û wiha got: "Kar pir kêm bûye. Her ku diçe Tirkiye paşve diçe. Ez esnafê 30 salî me. Heta niha yekem car rewş wisa xera dibe.
Esnaf Karker Aslan (18), jî anî ziman ku bi teqînên dawî kar pir xerab bûye û wiha got: "Êdî wekî berê muşterî nayên. Herî zêde alman dihatin. Lê niha tenê çend muşteriyên niştecîhî tên. Piştî dolar zêde dibin karê me bêtir xera dibe. Teşîn, pevçûn bandorek neyînî li ser me dike. Çareseriya vê yekê aştî ye. Aştî ji bo vî welatî şert e."
Esnafê ku 40 salin xaliyan difiroşe Mustafa Aksoy (65) jî anî ziman ku bi zêdebûna dolaran karê wan bêtir xera bû û ji ber turîst jî êdî ji tirsa canê xwe nikarin bên xarê wan xerabtir bûye.