ENQERE - Serokomar Erdogan di 12'ê Çile de li Qesrê got "Di navbera kesên di dest wî de çek heye û kesê di dest wî de dovîz heye tu ferq tune ye" û bi vê gotinê pênaseyeke nû ya "endamtiya rêxistinê" kir. Beramberî van gotinan Aborînas Erol Katircioglû jî balê kişand ser krîza aborî ay her diçe kûr dibe û wiha got: "Jêderkbûyîna lez û beza wan a anîna serokatiyê ji ber vê ye. Çimkî tekane hêviya wan sermayeya ereba ye."
Aboriya Tirkiyeyê, nîşaneyên ji krîza aborî ya 2001'ê kûrtir dide der û li gel vê kûrbûnê, derdorên îktîdarê jî zimankî ku gefan li sermayeyê dixwe bi kar tînin. Herî dawî Serokomar Erdogan, têkildarî vê wiha got: "Di navbera kesê di dest wî de çek heye û kesê di dest wî de dovîz heye tu ferq tune ye." Ku berê Îdrîs Naîm Şahîn jî ji bo "endamtiya rêxistinê" krîterên wek "helbestnivîsandin, wêneçêkirin" anî bû, piştî Şahîn Erdogan jî krîtera "xwediyên dovîzan" lê zêde kir.
HEVSENGÊN SIYASÎ HEVSENGÊN ABORIYÊ XERA DIKIN
Aborînasên muxalif jî, di warê krîza aborî de her derdorên îktîdarê hişyar dikin û ji bo tevdîrgirtinan jî bangî wan dikin. Lê hem aborînas hem jî derdorên aboriyê yên derve jî dest nîşan dikin ku, geşdanên aboriyê tenê bi tevdîrgirtinên aboriyî nayên rayê, çimkî xerabûna hevsenga aborî ji ber xerabûna hevsenga siyasî ye.
SEDAMA ZÊDEBÛNA DOVÎZÊ
Aborînas Erol Katircioglu, zêdebûna kûra dovîzî û krîza aborî nirxand û diyar kir ku, divê analîzên aboriyê yên hikûmetê dev ji "teoriyên komployî" berdin û wiha got:
“Birêz Serokomar û mensûbên îktîdarê sedema zêdebûna dovîzç wek hêzên derve nîşan didin, muhtemel e ku bi vê bawer dikin. Lê rastiya jiyanê ne ev e. Ev hemû nîşan didin ku, partiya îktîdarê ji rastiyên Tirkiyeyê dûr ketiye. Heke operasyonek wisa pêk bê jî (operasyona aborî ya hêzên derve), amûrên Bankeya Navendî hene û dikare mudaxileyî vê bike. Lê vê nakin, nikarin bikin."
'DIVÊ HIKÛMET NASNAMEYÊ FERZÎ CIVAKÊ NEKE'
Katircioglu diyar kir ku, gelek sedemên zêdebûna dovîzê hene û got bandora geşedanên navnetewî jî li ser vê heye û anî ziman ku, lê belê sedeme bingehîn geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê ne. Katircioglu diyar kir ku, geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê baweriyekê nadin der, sermayeya navnetewî ditirsîne, hilberînê kêm dike. Katircioglu anî ziman ku, divê bi taybetî îktîdar dev ji wê sekna xwe yî ku hemû derdorên civakê tune dihesibîne û nasnameya xwe ya siyasî ferzî wan dike berde. Katircioglu wiha domand:
“Tekparêzî li Tirkiyeyê nayê ferzkirin, kemalîstan 80 salî ev ceribandin lê bi ser nektin. Ji ber vê, divê ji vê ders bê derxistin."
TEKANE HÊVIYA WAN SERMAYEYA EREBA YE
Katircioglu balê kişand ser pergala serokomariyê jî û di vê mijarê de israra guherandina Qanûna Bingehîn û wiha axivî: "Çima evqasî lez dikin. Muhtemelen şabloneke wisa di mijêyê wan de heye. Vê sererastkirinê têxin meriyetê û demildest sermayeya ereban bînin Tirkiyeyê. Îhtîmal e ku Tirkiye ji bo sermayeya ereban cazîb be. Li DYA'yê 700 milyar dolarê Suûdî Erebîstanê heye. Doza ku DYA vekir, rageşiyek da der. Heke rewşeke wek tawanbariya Suûdî Erebîstanê derkeve holê, dê Erebîstan bêje ez ê pereyê xwe bikşînim. Dixwazin qismekî vî pereyî bînin Tirkiyeyê."
KRÎZEKE KÛR LI BER DERÎ YE
Katircioglû diyar kir ku, geşedanên dovîzê pêşengtiya krîzê dike û wiha axivî: "Dê enflasyon zêde bibe. Dê derkeve ser ji sedî 10'an. Bankeya Navendî (BN) milyar û nîv dolarî derxist piyaseyê. Lê Tirkiye nikare bi vî awayî pirsgirêka xwe çareser bike. Heke Qanûna Bingehîn derbas bibe, dê dolar derkeve ser 4 TL'yî. Em hîn tam behsa krîza aborî nakin. Lê hemû serîşteyên krîzê hene û di rojên pêş de dê ev krîza kûr li derî bixe. Muhtemel e ku ew jî vê dibînin. Lê difikirin, hema em demildest ji meclîsê rayeyê bi dest bixin, wê demê em ê karibin ji bo anîna sermayeya ereban talîmatê bidin û em ê pirsgirêkê bi vî awayî çareser bikin."