STENBOL - Dolar li ser mudaxaleya Banka Navendî û daxuyaniya Erdogan li hemberî TL daket û gihişt asta 3.75 tl. Dolar îro serê sibê dîsa bi 3.80 tl dest bi rojê kir.
Rageşiya siyasetê bandorê li ser dolar û euro jî dike. Rageşiya dawîzan jî li gorî rageşiya siyasetê hildibe û dadibe. Piştî dolar nêzî 4 hezar tl bû Banka Navendî (MB) faîz daxist û mudaxaleyî dolaran kiribû. Piştî mudaxaleya Banka Navendî û daxuyaniya Erdogan dolar gihişt 3.75 tl. Îro serê sibê dîsa di asta 3.80’an de dest bi piyaseyê kir. Dolarê ku duh bi 3.92 tl dest bi rojê kir, piştî mudaxaleyan heta dawiya rojê daket 3.7495/3.7540'an. Lê serê sibê dîsa di asta 3.8050'an de dest bi rojê kir.
Euro jî ku dih di sînorê 3.8750/3.8770 de bû serî sibê bi 4.0406 dest bi rojê kir.