Bankeya Navendî lîmîta wergirtina deynê derve daxist

ENQERE - Bankeya Navendî, di Piyaseya Pereyan de lîmîta wergirtina deynan a bankeyan daxist 11 milyarî.

Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê, di Piyaseya Pereyan a Navbankeyan de ku di bin banê wê de fealiyetên xwe bi rê ve dibe, ji 16'ê Çileyê û wirde lîmîta wergirtina deynan a bankeyan daxist 11 milyarî.

Piştî vê biryara Bankeya Navendî di piyaseyên navnetewî de dolar daket 3.75 TL'yî.