Serokê Lijneya Pîşesaziyê: PDK petrol û gazê dixe xizmeta Tirkiyeyê

SILÊMANÎ - Serokê Lijneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Meclisa Bajarê Silêmaniyê Xalib Mihemed, têkildarî lijneya aborî ya di nabera Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiye de diyar kir ku Tirkiye li ser wan bûye bar û PDK petrol û gazê dixe xizmeta Tirkiyeyê.

Serokê Lijneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Meclisa Bajarê Silêmaniyê Xalib Mihemed têkildarî pêşketin û mijarên dawî yên Herêma Kurdistanê roportaj da Ajansa Nûçeyan a ROJNEWS'ê. Mihemed, têkildarî lîjneya aborî ya di navbera Herêma Federal Kurdistan û Tirkiyeyê de hat avakirin, diyar kir ku ew lijne di dema serdana Serokwezîrê Tirk a li Hewlêr de hatiye avakirin û wiha got: “Ew lîjne tiştek çareser nake, ji ber ku Tirkiye bi xwe li ser me bûye barek. Hemû ew top balafirên Erdogan ku li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê li hember kurdan bi kar tine, hemû bi pereyên me dike.” Xalib Mihemed der barê krîza aborî ya Tirkiye de jî axivî û wiha got: “Tirkiye bi xwe di nav krîzek mezin a aborî de ye. Heta pereyê tirk li hember dolar bê qîmet bûye û ketiye. Ji ber wê Tirkiye nikare krîza me ya aborî çareser bike. Bila êdî destwerdana karê me neke, em ê bi xwe çareser bikin. Li Herêma Kurdistanê pirsgirêka me ya aborî nine, pirsgirêka me ya diziyê ye. Eger em dizan rakin, eger PDK û YNK danûstandinê petrolê tenê ji bo berjewendiyên xwe neke, wê demê pirsgirêka me ya aborî çareser dibe.” Mihemed da zanîn ku PDK petrol û gazê dixe xizmeta Tirkiyeyê.