Zirara lehiya li Mêrsînê: 217 milyon e

MÊRSÎN - Hat diyarkirin ku zirara lehiya ku beriya çend rojan li Mêrsînê hat jiyî 217 milyon TL ye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê, zirara lehiya ku beriya çend rojan li Mêrsînê pêk hat bi endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin re parvekirin. Di civîna Meclîsê de, hat diyarkirin ku di riyên li qada rêveberiya şaredariyê, li park, zeviyên çandinî, goristan, avahî û wesayîtan de texrîbat derketine holê, bi giştî zirara navenda bajar 47 milyon 428 hezar û 761 lîra ye.

Hat ragihandin ku di qada çandiyê de jî 170 milyon û li tevahiya bajar 217 milyon zirar hatiye jiyîn.