Kevneşopiya 56 salan hîn zindî ye

ŞIRNEX - Aşê çêkirina tehînê ku ev 56 salin li bajarokê Dêrgulê hatiye çêkirin hîn tê xebitandin û jinên Dêrgulê bi awayek kolektîf li vir tehînê çêdikin. Tehîna ku ji vir derdikeve hem ji bo aboriyê tê firotin hem jî ji bo pêdiviya malê tê çêkirin.

Li bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê aşek ê tehîn çêkirinê ku diroka wê xwe dispêre 56 salan hatiye çêkirin û ev 56 sal in di xizmeta gel deye. Tê gotin ku ev aş di salên 1960'an de ji aliyê sê birayan ve hatiye çêkirin. Ev bi salan e ku ev aş di karên çêkirina sabûnên kezwanan, tehîn û arvan de tê bikaranîn. Di pêvajoyek ku teknolojî ew qas pêşketî de gelê Dêrgulê dîsa jî dest ji çand û dîroka xwe bernade û eleqeyekî mezin nîşanî aşê çêkirina tehînê didin.

Dayîka Nezahat Atan qala çêkirina pêvajoyên çêkirina tehînê kir û wiha pêde çû:" Despêkê em erdê xwe di kêlin piştre tovê xwe lê di reşînin û piştî demekê ev tov kulîlk dide û dema ev kulilk ber girtin em hemûyan jêdikin û di daweşînin û piştre jî em di avekî pir de dişûn û di deynin ber tavê.Piştî kunciya me çend rojan li ber tavê ma em di rakin û ji bo qirêja di nav de derbi kevi em didin bayê û bi vi awayî em qirêja di nav kunciyan de derdixin ji buy vê jî rojek bese. Dema kuncî ji nava avê hatin derxistin di cehniyan de tê hurkirin û dîsa rojekê li ber tavê tê hiştin.Piştî kuncî baş li ber tavê hişk bûn vê carê jin dibin aş û li wir li ser agir hinek sor dikin û piştre tê xistina aş û êdî hêdî, hêdî dibe tehîn."

'EM BI AWAYEKÎ KOLEKTÎF DIXEBITIN

Dayîka Nezahat anî ziman ku ew dema di xebitin cîranên wan jî pir jêre dibin alîkar û wiha pêde çû:" Bêyî ku em gazî cîranên xwe bikn dema dibînin em di xebitin bi xwe tên alîkariya me bi vî awayî em alîkariya hevdu dikin û karê xwe xilas dikin." Dayîka Nezahat anî ziman ku tehîn li bajarokê wan pir tê heskirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Hema bêje di taştêya her malekî de tehîn tê dîtin û pir jî tê heskirin.Dema tehîna me ji me zêde bike em ji xwe re difiroşin. Em bîdonê wî didin bi 100 tl yî bi vî awayî debara mala xwe jî dikin. Tehîna me ji tehîna ku bi mekîneyan tê çêkirin pir baş tire û xwezayî ye. Ji ber ku xwezayî ye pir tê ecibandin û ji her derê tên û tehîna me dikirin. Dema em dibînin tehîna me û karê me ji aliyê kesên derdora me ve tê ecibandin bê guman em jî keyfxweşdibin."