MÊRSÎN - Rençberên ku serayên wan ji felaketa lehiyê zerar dîtin, bi derfetên xwe birhînen xwe diçebirînin. Rençberan diyar kirin ku şîrket û bazirganên mezin li derdora wan çirê didin xwe û li firsendê digerin. Rençberan anîn ziman ku buhabûna fekî team zêde bandor li ser wan nekiriye û fîrmayên mezin li firsendê digerin.
Li Mêrsînê di 29'ê Kanûna 2016'an de ji ber barana zêde lehî rabû. Di felaketa lehiyê de herî zêde rençberên serayan zerar dîtin. Rençberên serayan bi derfetên xwe hewl didin birînên xwe derman bikin û zerar û ziyana xwe çareser bikin. Ji rençberên ku sera û mahsulên wan di bin avê de mabûn Atif Cengiz, diyar kir ku bi rojan sera û berhemên wan di bin avê de ma, lê tu kesi alîkarî neda wan. Cengiz, anî ziman ku her sal bi hezaran tl heqê taliya avê didin Midûriyeta Karên Avê yê Dewletê (DSİ) lê tu encamê bi dest naxin. Cengiz, anî ziman ku hêj 40 hezar dolim zevî di bin avê de ye û wiha got: "Bi felaketê re buhayê sebzeyan zêde bû. Lê ev buhabûna sebzeyan bandorê li ser rençberên serayan nakin. Firmayên mezin, bazirgan û elafên navberê qeymaxê vê yekê dixwin. Li firsendê digerin. Renber kedê didin û dikin, fîrma jî dixwin.
Esnaf û rençberê serayê Mehmet Yazar jî anî ziman ku kîloya îsotê di navbera 1 -1,5 TL de difiroşin lê li market û bajaran duqat buha tê firotin. Yazar, anî ziman ku kîloya firengan jî 1.2 Tl difiroşin, lê li marketan bi buhayeki gelek zêde tê firotin. Yazar destnîşan kir ku fêkiyên ku li halê kîloya wî bi 1 -1,5 TL difiroşin 6 - 8 TL tê firotin.