Li gundê Rûman çandiniya alternatif

ÎZMÎR - Li gundekî Foça yê Rûman Ilipınarê dildarên parazvanên jiyana ekolojik, li diji çandiniya konvansiyonel dest bi çandiniya ekolojîk û alternatif dikin.

Parazvanên derdor û ekolojiyê, bi armanca çandiniya alternatif û ekolojîk li gundê Ilipinarê yê navçeya Foça ya Îzmirê Çîftlîka Fadîme û Zulfîkargîl a li ser 30 doliman ava kirine û çandiniya alternatif a ekolojîk pêş dixin. Rençberên ekolojîyê li dijî çandriniya konvansiyonel, bi tovên herêmî û çandiniya herêmî ya kevneşopiyê dikin. Mamosteyê teqawît Fatîme û Kaplan Zulfîkargîl ku ji sala 1998'an heta niha li gel malbata xwe di çiftlikê de dijîn hewl didin ku çandiniyek mînak ava bikin. Rençber li çiftlîkê xaniyê bi kevirê Foça û li gorî mîmariya Foça xanî çêkirine û li çîftlîkê dijîn. Di mehên Cotmeh, Mijdar û kanûnê de li vir dijîn.

JIYANEK BÊ PERE

Dildarên xwezayê ku tên çîftîkê ziyaret dikin li bostan fêkî kom dikin. Dîsa bi awayeki kolektif zeytûnan kom dikin û bi rêya xwezayî zeytûnan hişk dikin û sabûn û reçela wan çêdikin. Hemû berhemên ku ji baxçe û bostan kom dikin di firina tavê de zuha dikin. Zebze û fêkiyên ji bostan tên komkirin jî bê pere bi awayekî hevpar tê parvekirin. Rençber ava bîrê bikar tînin û bi pergala demle avdaniyê dikin.

GUBREYÊ KÎMYEWÎ BIKAR NÎNIN

Di bostan û baxçe de çandiniyê bi gubreyê xwezayî bikar tînin û gubreyê kîmyewî bikar nînin. Li dijî mêşên zeytûnan îlacên xwezayî bikar tînin. Heyvanê nan û ava şekir çêdikin û fekên xwezayî li hemberî mêşan ava dikin. Li dijî nexweşiyên çandiniya nava baxçe û bostan jî bi îlacên îsotên tûj û sîran têkoşîna ekolojîk û bîyolojîk pêş dixin. Hemû berhemên ku ji baxçe tên komkirin kaliqên wan kom dikin û wekî gubre tev li axê dikin. Rençbera dildar û ekolojîk Fadime Zulfikargil, diyar dike ku dema ew li axê dinerin ax jî li wan dinere û hev xwedî dikin. Zulfîkargîl, anî ziman ku ji bo zindiyên di nava axê de nekujin gubreyên kîmyewî bikar nînin û li şûna wê gubreyên xwezayî û biyolojîk bikar tînin.

ZEYTÛNAN BI XWÊYA DERYAYÊ ŞÊRİN DIKIN


Rençberên çiftlikê debara xwe li ser hatina berhemên çiftlikê dikin. Debar li ser zeytûn û zeytê ye. Dema Salamura çêdikin bêyî berhemên kîmyewî bikar bînin çêdikin. Ji bo şêrînkirina zeytûnan jî av û xwêya deryayê bikar tînin. Dîsa toza lîmon û xwêya deryayê bikar tînin. Zulfikargil, anî ziman ku ew dixwazin hemû berhemên wan xwezayî be û ji ber vê yekê ava deryayê bikar tînin.

EM DIXWAZIN KEVNEŞOPIYA XWE ZINDÎ BIKIN

Zulfikargil, destnîşan kir ku dewletê tovên herêmî qedexe kiriye û armanc dike ku tovên biyanî û çandiniya Konvansiyonel pêş bixe û wiha got: "Em li dijî çandiniya konvansiyonel çandiniya herêmî û ekolojîk pêş dixin. Em dixwazin çandiniya kevneşopî û herêmî zindî bihêlin. Sala par me bi tovên herêmî 5 hezar şitlên daran çandin. Min ji van şitlên daran 500 heb ji bo xwe bikar anîn û yên din me belav kirin. Pergala kapitalist çandiniya konvansiyonel pêş dixe. lê em jî li dijî vê çandiniyê pergala ekolojîk û xwezayî pêş dixin. Em dixwazin li dijî pergala kapîtalîst û çandiniya Konvansiyonel ku li dijî berhem û amûrên sanayê her tiştî bi xwezayî pêş bixin. Em dixwazin her tiştên me ekolojîk, biyolojîk û organîk bin.