ENQERE - Wezîrê Maliyê Naci Agbal, diyar kir ku lêçûna butçeya 2016'an bi 29,7 milyar TL ji hatinê zêdetir bû û zerar kirine. Têkildarî deyn û butçeya Tirkiye de Prof. Dr. Aziz Konukman diyar kir ku her çend bacê efo bike jî hemû deyn û baca Tirkiye li ser pişta karker û kedkaran e û butçeyê ji bêrîka kedkaran derdixin.
Wezîrê Maliyê Nacî Agbal, tekildarî butçeya Tirkiye ya 2016'an de civîna çapemeniyê pêk anî. Agbal, diyar kir ku lêçûna wan a butçeya 2016'an 583,7 milyar lira, hatina butçeyê 554,4 milyar lira ye û 29,3 milyar zerar kirine. Têkildarî deyn û butçeya Tirkiye de Prof. Dr. Aziz Konukman diyar kir ku her çend bacê efo bike jî hemû deyn û baca Tirkiye li ser pişta karker û kedkaran e û butçeyê ji bêrîka kedkaran derdixin. Konukman anî ziman ku yên deynê wan ê bacê hebe wekî kredî bikar tînin û wiha got: "Dibêjin ji xwe dê bê efokirin. Lê kedkarên wekî wekî Stopajê bacê didin bi riya stopajê ji hatina wan tê xwarin. Hemû butçeya kêm ji berîka karker û kedkaran derdixin."