'Zîrweya Aboriyê' di Serokatiya Erdogan de kom dibe

STENBOL - Li Tirkiye piştî qeyrana aborî roj bi roj kûr û mezin dibe û tedbîrên parastina aboriyê têr nakin, Serokomar Tayyip Erdogan biryar da ku beşdarî “Zîrweya Aboriyê" bibe.

Li Tirkiye qeyrana aborî roj bi roj kur dibe. Dowîz li hemberî TL her ku diçe zêde dibe. Ji ber ku tedbirên parastina aborî têr nake dê "Zîrweya Aboriyê" kom bibe. Serokomar Erdogan biryar da ku di "Zîrweşa Aboriyê" ya saet di 16.00’an de pêk bê serokatiya zîrweşê bike. Zîrweya ku di serokatiya Erdogan de pêk bê dê Serokê Banka Navendî Murat Çetinkaya jî beşdar bibe.