NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiye ji ber rageşî û polîtîkayên hikûmetê yên hundir û derve turîzm ji sedî 50 daket. Herî zêde li Antalya turîst kêm bûn û sala 2016'an li gorî sala 2015'an ji sedî 47 daket.
Li Tirkiye piştî qirîza siyasî, xistina balafira şer a Rûsyayê û polîtîkayên hikûmetê yên hundir û derve hêjmara turîstan a 2016'an li gorî sala 2015'an ji sedî 47 daket. Di sala 2016'an de herêma Egeyê li gorî sala 2015'an 2,3 milyon turist, Stenbol 3,2 milyon turist û Antalya jî 5 milyon û 458 hezar û 981 tûrîst winda kir. Li gorî Amîrê Îdareya Mulkî ya Balafirgehê ya Walîtiya Antalyayê turîstên 2016'an li gorî sala 2015'an ji sedî 47 kêm bû. Antalya di salekê de 5 milyon û 458 hezar û 981 turîst winda kir.
Piştî qeyrana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de herî zêde Rûsya turîst neşandin Tirkiye. Rûsya ji sedî 67 turîst kêm şandin. Rûsya di 2015'an de 3 milyon û 726 hezar û 745 turîst şand Tirkiye. Di sala 2016'an de 1 milyon û 218 hezar û 110 turîst şand.