WAN - Esnafên Taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê, ji ber qutbûna ceryanê êdî nikarin tu karî bikin.
Esnafên Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, ji ber qutbûyîna ceryanê êdî nikarin tu karî bikin. Esnafên êdî ji ber pirsgirêka ceryanê nikarin tu tiştî bikin, her çi qas têkildarî mijarê gelek caran serî li walîtiyê dan jî, lê belê heta niha tu çare nehatiye dîtin. Ji esnafan Mahmut Baykara anî ziman ku, ev 2 sal e tu qezenceke wî tune ye û wiha got: "Ji bo Taxa Xaçortê tu xebat nayên kirin, çimkî ev tax li ber çavê dewletê taxa PKK'yiyan ne. Ji ber vê tu pirgirêkên me çareser nakin." Baykara, xwest walîtiya wan têkildarî pirsgirêkê serî lê daye bê taxê.
ÎDIAYA CERYAN BI ZANEBÛNÎ TÊ QUTKIRIN
Ji esnafên taxê Şirin Aslan jî anî ziman ku, ji ber qutbûyîna ceryanê gelek berên wî xera bûne. Aslan îdia kir ku, bêyî sedem qutbûyîn tê kirin û parast ku, her cara ku ew li rayedaran digerin pirsgirêkên teknîkî didin der. Aslan derpêş kir ku, bi mueyîdeyeke taybet nêzî Taxa Xaçortê dibin û got, ambulansa ku ew gazî wê dikin jî nayê taxê. Aslan wiha axivî: "Ji ber her êvar li taxa me TOMA û wesayîtên zirxî digerin, zarokên me ji tirs nikarin derkevin ber derî jî. Êdî em nikarin li ber deriyê xwe jî rûnên."