SEMSÛR - Serokê Komeleya Şîre û Penêrfiroşan Ali Riza Ozçakmak anî ziman ku, li Bazara Şireyê ya Semsûrê li gor salên berê kar nêvî nêvî bûye û wiha got: "Li gel nebaşiya rewşa esnafan, rewş her diçe xerabtir dibe. Li bazara me 3 hevalên me yên esnaf îflas kirin û derabeyên xwe danîn."
Ji ber krîza aborî û her diçe zêdebûna qûra dovîzî, rewş xerabtir dibe. Esnafên Bazara Şîreyê ya li Taxa Eskisaray a Semsûrê jî nesîbê xwe ji vê rewşa xerab girtin. Serokê Komeleya Şîre û Penêrfiroşan Ali Riza Ozçakmak rewşa xwe li ser esnafan dide der wiha pûxte kir: "Di bêrîka mirovan de pere tune ye. Ji ber vê jî nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ev rewş jî bandoreke neyînî li ser me dike."
'EM NIKARIN BIFIROŞIN, WELATÎ JÎ NIKARIN BIKIRIN'
Ozçakmak diyar kir ku, li Bazara Şîreyê bi piranî berên ku zivistanê tên xwarin ên wek; mewîj, hejîrên hişk, bastêq, loqum, benî û dims hene û wiha axivî: "Wek tê zanîn Semsûr bajarekî sar e. Berê tim di bêrîka extiyarên me de gûz, mewîj, bastêq hebûn. Dema em zarok bûn me dipirsî, 'ji bo çi hûn vana dixin bêrîka xwe' digotin, 'zivistanan ev mirovan germ dikin' û îkramî me dikirin. Yanî wek tê fêmkirin, dema ev ber zivistanê bên xwarin mirovan ji sermayê diparêzin, muqawemetiya wicûdê mirovan zêde dike. Ev berên em dizanin ewqasî ji bo tenduristiyê baş in, lê niha em nikarin van beran bifiroşin û welatî jî nikarin bikirin."
ESNAF DERABE DANÎN
Ozçakmak got, li gor sala çûyî karê wan nêvî nêvî daketiye û wiha gilî û gazinc kirin: "Wek tê zanîn, niha li Tirkiyeyê şert û mercên şer hene. Krîza aborî esnaf jî di nav de bandoreke neyînî li ser her kesî kiriye. Tu bêjî gûz, fistiq ev hemû girêdayî dolar in. Ji be rvê yekê, zêdebûna dolar tu bikî nekî bandorê li me jî dike. Li Tirkiyeyê bi esnafan, welatiyan re pere tune ye. Li gel nebaşiya rewşa esnafan, rewş her diçe xerabtir dibe. Li bazara me 3 hevalên me yên esnaf îflas kirin û derabeyên xwe danîn."