Ji sedî 71'ê gel bawer dike krîza aborî heye

STENBOL - Li gorî Lêkolîna Nerînên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Kadîr Has, ji sedî 71.7’ê civakê di fikra ku li Tirkiye krîza aborî heye de ye. Li gorî lêkolînê yên Serokdewletiyê dixwazin jî ji sedî 32,5 ye.

Zanîngeha Kadîr Has der barê rewşa siyasî û civakî ya Tirkiye de encama Lêkolîna Nerînên Civakî û Siyasî Kanûna 2016'an bi raya giştî re parve kir. Li gorî lêklînê ji sedî 71.7'ê beşa civakê bawer dike ku li Tirkiye krîza aborî heye. Ji sedî 55.7'ê civakê bawer dike ku rewşa aboriya Tirkiye xerab e. Ji sedî 38,7' jî bawer dikeku polîtîkayên hikûmetê yên aborî serkeftî ne.

Di asta hilbijêran de jî; ji sedî 10.5'ê hilbijêrên AK Partiyê; ji sedî 68.7' hilbijêrên MHP; ji sedî 43,6 hilbijêrên CHP'ê û ji sedî 80,3 hilbijêrên HDP'ê bawer dike ku polîtîkayên hikûmetê yên aborî binkeftî ye.


Ji bo tarza rêveberiya uniter jî ji sedî 16,2 kêm bû û daket 52,7'an. Yên li Tirkiye pergala rêveberiya Serokdewletiyê dixwazin ji sedî 32,5'in. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê yên piştgirî dan OHAL'ê ji sedî 59,8'in û li dijî dirêjkirina OHAL'ê ne. Di lêkolînê de Cemaeta Gulen wekî tehdidek mezin tê dîtin. Pirsgirêka civakê ya herî mezin jî betalî ye û ji sedî 10,5 betal in.

JI SEDÎ 51 KÊFXWEŞE LI TIRKIYE DIJÎ

Li gorî lêkolînê ji sedî 51.3 kêfxweşin ku li Tirkiye dijîn. Yên ku welatên din jî tercîh dikin ji sedî 18.3. ye. Sala par baweriya ji TSK'ê ji sedî 62.4' bû. lê îsal baweriya i TSK'ê daket ji sedî 47.4'an.