22 karkerên ji kar hatin avêtin çalakî pêk anîn

KOCAELİ- 22 karkerên sendîkayî yên li navçeya Korfez a Kocaeliyê di Şîrketa Evyapport de dixebitîn û ji kar hatin avêtin, çalakî pêk anîn. Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Liman-Îşê Bulent Aykurt, xwest demek berî demekê karê endamên wan dîsa bidin wan.

22 karkerên endamên Sendîkaya Liman-İşê ku di şîrketa Evyapport de dixebitîn, ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin. 22 karkeran tevî malbat û rêveberên sendîkayê li pêş limanê daxuyanî dan û çalakî pêk anîn. Di çalakiya ku li pêş lîmana Evyapportê hat lidarxistin Sekreterê giştî yê Liman İşê Bulent Aykurt û gelek nûnerên saziyên civakî ji amade bûn. Karkeran ewil li pêş lîmanê govend gerandin û siloganên “Kar, nan û azadî", “Bila karker paşve bên girtin" û “Em dê bibin yek û bi ser bikevin" berz kirin.

Li ser navê karkeran Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Liman-Îşê Bulent Aykurt, xwest demek berî demekê karê endamên wan dîsa bidin wan. Aykurt, diyar kir ku rêveberiya Evyapporta dixwaze bi zextan mafê karkeran binpê bike û desteser dike. Aykurt, da zanîn ku li ser navê biçûkbûna kar 22 karker ji kar dûr xistine û bi tu hincetê dûrxistina kar nayê qebûlkirin.

Çalakî bi silogan û stranan bi dawî bû.