Axa bereket a Deşta Heranê veguherî betonê

RIHA - Riha ya ku wek hewzeya çandiniyê tê zanîn, axa xwe ya bi bereket winda dike. Doç. Dr. Ali Riza Ozturkmen ê polîtîkayên çandiniyê nirxand dest nîşan kir ku li Deşta Heranê qadeke 50 hezar hektar a çandiniyê veguheriye betonê.

Riha ya ku wek hewzeya çandiniyê tê zanîn, dibe qurbana polîtîkayên çewt. Endamê Hîndekariya Beşa Axê ya Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Harranê Doç. Dr. Ali Riza Ozturkmen diyar kir ku di serî de deşta heranê, li Rihayê ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê ax êdî berhem nade û bereketa xwe winda dike. Ozturkmen diyar kir ku pirsgirêka vê ya sereke ew e ku zeviyên çandiniyê ji bo îmarê hatine vekirin.

BEREKETA WÊ KÊM DIBE

Ozturkmen destnîşan kir ku li qadên nêzî zeviyên çandiniyê bi çêkirina ocaxên wek marnê, destûra îmarê tê dayîn ku êdî vegerek vê tune ye û got: "Bereketa van berheman her ku diçe kêm dibe. Li qadên ku berên çandiniyê berbelav in, teqez divê ocaxên kevirî ji wan dûr bin. Ev ocax bandorê li çandiniyê dikin. Li navçeya Karakopruyê li qadên mêrgê ocax tên avakirin û xesareke zêde didin darên fisteqan. Ocaxên keviran zerarê didin berhemên fisteqan û hundirê wan vala dihêlin. Toz û gemar, dê bibin sedema kêmbûna bereketê. Di heman demê de, Riha ew bajar e ku, ji rojavayê ba ber bi wê ve hêl dibe. Toza ocaxên li rojavayê wê bê vekirin, dê bi ser baxçeyan ve belav bibe. Li vir ocax di nava baxçeyên fisteqan de ava kirine. Hebûa ocaxên keviran û toza wan rê li pêş bereketê digire û nava tovê fisteqan pûç dike."

HERAN DIBE BETON

Ozturkmen da zanîn ku, di salên dawî de li Deşta Heranê qadeke 50 hezar hektar veguheriye betonê û wiha axivî: "Li Deşta Heranê em dibînin ku, her diçe zeviyên çandiniyê kêm dibin. Me di 2009'an de lêkolînek kir û em dizanin ku bi qasî 20 hezar dekarî zevî veguherîne betonê. Dema em li sala 2016'an dinihêrin, em dibînin ku ev hejmar xwe gihandiye 50 hezarî. Divê demildest ev vê betonarmeyê bidin sekinandin. Dê di pêşerojê de pêdiviya zarokên me bi zeviyên çandiniyê hebe. Em dikarin li çiya û qelaçan malan çêbikin, lê em nikarin li her derî çandiniyê bikin. Li gor vê, li Rihayê pirsgirêka herî mezin zeviyên çandiniyê baş nayên parastin."

TOV JI DERVE DISTÎNIN

Ozturkmen dest nîşan kir ku ji sedî 64'ê pembo, ji sedî 12'ê genim, ji sedî 36 nîsk, ji sedî 34'ê fisteqên Tirkiyeyê li Rihayê tê çandin û wiha axivî: "Em dikarin vê rêjeyê berjortir jî bibin. Di berên me yên çandiniyê de, miqdara ji dekarekê tê wergirtin li gor welatên din pir kêm e. Dîsa di warê tov de jî em pêgirtiyê derve ne. Madeya xam a gubre ji derve tê û ji ber ev girêdayî dolar û euro ye, maliyet zêde dibe. Em ji welatên ku ji welatê me biçûktir in îthalata tov dikin. Mînak, em di genim de îthalatê dikin. Em ji welatên wek Almanya, Hollanda û Îsraîlê tov dikirin."

'DIVÊ ÇÎLEK û FIRING BÊN BIJARTIN'

Çandiyar Ozturkmen, li gel polîtîkayên çandiniyê bal kişand ser şewitandina pirêzeyan û wiha berdewam kir: "Bi pirêzeyên tên şewitandin re madeya ku dê bibe gubre kêm dibe û bi vî awayî avahiya axê xera dike. Gelê herêmê di hilberandina berên herêmî de israr dike. Dîsa li herêmê yek ji pirsgirêkên çandiniyê jî, hilbijartina me ya berên herêmî ye. Çîlek, firîngî û berên din dikarin bên çandin. Di warê berên herêmî de em hîn jî li noqteyeke diyar in, divê xebatên cihê bên kirin. Mesela li gor bingeha axê divê ber bên hilbijartin, da di beran de dewlemendiyek çêbibe. Bajarekî ku evqas xwedî axeke çandiniyê ye, dahata wê ya ji çandiniyê 6.1 milyon e. Piştevaniya aboriya welat dike. Divê ev dahat ne evqas bûna, diviya zêdetir bûna."