ÎZMÎR - Li gor daneyên ETİK’ê di saleke dawî de, hejmara hatina turîstên Îzmîrê, ji sedî 44 daketiye.
Li gor daneyên Yekîtiya Kargehên Turîstîk û Qonaxiyê ya Egeyê (ETÎK), di sala 2016'an de hejmara turîstên ku ji welatên Ewropa, Rûsya û welatên Asyayê tên Îzmîrê ji sedî 44 ketiye. Di saleke dawî de di hejmara turîstên tên bajêr de 530 hezar turîst kêm bûbe. Di sala 2015'an de milyon û 201 hezar turîstên ku hatin Îzmîrê, ev hejmar di sala 2016'an de daket 673 hezarî.
JI SEDÎ 98,9 TURÎZMA KÛRVAZIYERÎ DAKET
Li gor daneyên ETÎK'ê, di sala 2016'an di Turîzma Kûrvaziyerî de ketineke ji sedî 98,8 çêbûye. Di sala 2015'an de li Îzmîrê hejmara turîstên kûrvaziyerî li texma 217 hezarî bû, lê ev hejmar di sala 2016'an de daket 2 hezar û 698'an.
WINDAHIYA TURÎSTAN BI TEMAMÎ DI 2016'AN DE XWE DA DER
Li Balafirgeha Adnan Menderesê ya Îzmîrê, di hejmara têketina serdêran a balafirgehê de ji sedî 32 ketinek û di riya behrê de jî ji sedî 84'ê ketinek pêk hat. Turîzma Îzmîrê ya ku ji 2013'an vir ve têm kêm dibe, di 3 salên dawî de 622 hezar turîst windakirin û hema bêje temamiya vê windahiyê di 2016'an de pêk hat.
LI 4 BAJARAN 10 MILYON WINDAHÎ HEYE
Serokê Lijneya ETÎK'ê Mehmet İşler got, li Tirkiyeyê êrîşên demên dawî û hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bandoreke neyînî li ser turîzma 2016'an kirine. İşler, ragihand ku Antalya, Stenbol, Mûgla û Îzmîr di sala 2016'an de bi giştî 10 milyon turîst winda kirine û diyar kir ku, li Antalyayê zêdeyî 3 milyonan, li Stenbolê 1,2 milyon, li Mûgla û Îzmîrê jî bi qasî 530 hezarî windahiyeke turîstan pêk hatiye.
‘BAZARA DERVEYÎ WELAT TU HÊVIYÊ NADE'
İşler dest nîşan kir ku, ji ber pêldariyên konjukturî îsal bazarên derveyî welat tu hêviyê nadin û wiha axivî: "Ji bo Tirkiyeê îmaja xwe ya neyînî, wê bîrbiriya nebaş sererast bike, divê li welatên Ewropayê di bazarên hedefî de têkeve nav hewldanên cidî yên têkiliyên bi gel û kampanyayê danasînê û divê dewlet bi rêveberiyên herêmî û sektora turîzmê re bi tevkariyî tevbigere."