Hêjmara esnafên dikan girtin zêde bû

STENBOL - Di sala 2016'an de li gorî heman wexta 2015'an hêjmara şîrketên ku hatin girtin ji sedî 4.5, hêjmara kooperatifên hatin girtin, ji sedî 16.3 daketin.

Li Tirkiye di sala 2016'an de 63 hezar û 709 şirket û 771 kooperatif hatin avakirin. Sala par 41 hezar û 972 dest bi karê ticarî kirin. 12 mehên 2016'an li gorî 12 mehên 2015'an şîrketên hatin avakirin ji sedî 4.5, kesên dest bi bazirganiyê kirine ji sedî 10.83 û kooperatifên hatin vekirin ji sedî 16.3 kêm bû.


Di sala 2016'an de bi giştî 4 hezar û 523 şîrketên bi şirîkatiya biyanî hatin avakirin. Hezar û 764 şîrket bi şîratiya Sûriye, 298 şîrket bi şirîkatiya Îranê û , 286 şîrket jî bi şirîkatiya Herema Federal a Kurdistanê hatin avakirin.

11 HEZAR ŞÎRKET HATIN GIRTIN

Hêjmara şîrketên di sala 2016’an de hatin girtin ji sedî 8.88 zêdebû û bû 11 hezar û 38. Sala bihûrî hezar û 290 koperatîf û 19 hezar 610 cihên kar hatin girtin. Hêjmara koperatîfên hatine girtin ji sedî 18.71 kêm bûn û hêjmara cihên kar ji sedî 2.88 zêde bûn.

Li aliyê din li gorî daneyên TOBB’ê hêjmara şîrketên hatine avakirin li gorî meha bihûrî ji sedî 12.81, li gorî meha Kanûna 2015’an ji sedî 21 kêm bûn. Di Kanûna bihûrî de 4 hezar û 818 şîrket hatin avakirin. Bi vê ve girêdayî di meha Kanûna 2016’an de 67 koperatîf û 5 hezar û 259 cihên kar ketin faliyetê. Li meha Mijdarê cihên kar ên hatine avakirin ji sedî 53,37, hejmara koperatîfan ji sedî 1,52 zêde bûye.

DI MEHA KANÛNÊ DE JI SEDÎ 61 ZÊDE BÛ

Di meha Kanûna bihûrî de hezar û 733 şîrket, 163 koperatîf û 2 hezar û 171 cihên kar hatin giritn. Li gorî meha beriya kanûnê hêjmara şîrketên hatin girtin ji sedî 61.51, koperatîfên hatine girtin ji sedî 73.40 zêde bûn, hêjmara cihên kar ên hatine girtin ji sedî 8.13 kêm bûn. Di meha kanûna 2016’an de hêjmara şîrketên hatine girtin, li gorî meha kanûna 2015’an ji sedî 5.25, hêjmara koperatîf hatine girtin ji sedî 22.38 kêm bûn û hêjmara cihên kar ên hatine girtin ji sedî 13.66 zêde bûn.