ÊLIH – Li Tirkiye roj bi roj bandora qeyrana aborî zêde dibe. Bazarvanên Êlihê ku bi salan in li semtên cuda bazarvaniyê dikin û fêkî sebze difiroşin, diyar kirin ku êdî ji ber krîza aborî nikarin bikirin û bifroşin.
Li Tirkiye piştî îlana OHAL'ê û şerê navxweşî pêş ket, qeyrana aborî jî her ku diçe zêde dibe. Esnaf û bazarvanên ku li Êlihê her roj li semtên cuda dezgehê xwe datînin û sebzeyan difiroşin, li hemberî polîtîkayên hikûmetê ku dibe sedema qeyrana aborî bi bertek in. Ji ber ku her roj Euro û dolar buha dibe pereyê TL bê qîmet dimîne û ev yek bandorek neyînî li ser esnaf û bazarvanan dike. Bazarvanên Bazara Alo Tevşo li dijî krîza aborî bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
HER TIŞT PIR BUHA YE
Bazarvanê 30 salî Mehmet Guneş ku 16 salin bazarvaniyê dike, diyar kir ku ji ber her qeyrana aborî her tişt buha dibe û wiha got: "Hem qeyrana abori û hem jî lehiya li Mêrsînê rabû bandor li ser buhabûna sebze û fêkî kir. Ji ber ku em buha distînin em neçarin buha bifiroşin. Ji ber ku her tişt buha bûye êdî welatî nikarin bikirin. Em êdî wekî berê ne dikarin bigirin û ne jî dikarin bifiroşin. Roj bi roj dolar zêde dibe. Ger ku krîza aborî wisa bidome rojên xerabtir li pêş me ne."
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'
Bazarvanê 52 salî Îlhan Tulay jî 3 salin li bazarê fêkî û meywe difiroşe. Tulay, anî ziman ku berê karê wan baştir bû û bi karê bazarvaniyê debara xwe dikir. Tulay, da zanîn ku piştî qeyrana aborî zêde bû êdî wekî berê nikarin bifiroşin û bikirin û nikarin debara xwe bikin. Tulay, destnîşan kir ku êdî kirîna meywe bi mirovan pir luks e.
'BUHA JI SEDÎ 60 ZÊDE BÛ'
Tulay, anî ziman ku buhayê fêkî û sebze ji sedî 60 zêde bû û wiha got: "Bi piraniya mal em ji bajarên Rojava wekî Mêrsîn, Edene distînin. Piştî zêdebûna dawîz û lehiya li Mêrsînê ji sedî 60 buha zêde bû. Em êdî nikarin kar bikin."
'25 SALIN EW QAS XERAB NEBÛBÛ'
Bazarvanê 45 salî Îhsan Ekincî jî anî ziman ku 25 salin bazarvaniyê dike û heta niha ew qas rewşa wan xera nebûbû. Ekîncî bilêv kir ku piştî dolar û dowîz buha bû buhayê fêkî û sebze jî buha bû. Ekîcî, da zanîn ku ew fêkî û sebze dikirin, lê nikarin bifiroşin û hemû malê wan di destê wan de xera dibe.