EDENE - Karkerên siyê (çermê nerm ê rûyê solan) ragihandin ku bi zêdebûna dolar re, di sektora pêlavkariyê de kar nêvî nêvî ketiye û diyar kirin ku, ew beramberiya karê dikin wernagirin û wiha gotin: "Em ji tenduristiya xwe dibin, em heqê xwe wernagirin."
Yek ji sektorên ku zêdebûna dolar bandoreke neyînî lê kiriye jî sektora pêlavkariyê ye. Karkerên siyê yên ji ber kêmbûna sîparîşên derveyî welat êdî hatine asta nikarin kar bikin, diyarkirin ku li gel vê jî heqê wan ji aliyê patronan ve tê binpêkirin.
'HEM JI TENDURISTIYA XWE HEM JÎ JI MAFÊN XWE DIBIN'
Karkerê siyê Kadir Yalçin, anî ziman ku li Edeneyê nêzî 500 esnafên ku li gor serê perçe dixebitin hene û got, ew di şert û mercên nebaş de hilberînê dikin. Yalçin anî ziman ku, ew 16 sal e di vê sektorê dixebite û hîn jî sîgorteya wî tune ye û got, ew rastî prisgirêkên tenduristiyê tê. Yalçin diyar kir ku, ew di nav malzemeyên ku madeya kanserojênê di xwe de dihebînin dixebitin û got, ew 12 saetan li cihekî ku xweşikî hewayê nastîne, teng û xetereya tenduristiyê dide der dixebitin. Yalçin wiha got: "Em di nav van madeyên kanserojen de dixebitin. Em tim vê bêhna zeliqînê û çerm digirin. Cihê me jî teng e û bandorê jî li me dike. Bi awyaekî zêde serêşand li me peyda dibe. Em ji tenduristiya xwe dibin, em mafê xwe wernagirin."
'KAR NÊVÎ NÊVÎ KET'
Yalçin anî ziman ku, ew heftê 400 cot pêlav çêdikin, ew li gor serê perçe dixebitin û ji bo her cotî 4 TL'yî digirin. Yalçin got, bi zêdebûna dolar karê wan ketiye û got, ji ber çerm bi dolar tê kirîn, ji ber vê bi zêdebûna Dolar maliyeta pêlavan jî zêde bûye. Yalçin wiha domand: "Nêzî 500 kargeh hebûn; lê bi zêdebûna dolar re niha tenê nêzî 2500 kargeh dixebitin. Atolye zêde mal nadin û piyase jî nêvî nêvî daketin. Tu tahmeke kar nema ye." Yalçin got, maliyeta cotek sol herî zêde 40 TL'Yî ye û ev li maxazeyan bi buhayekî zaf zêde tê firotin û wiha got: "Em hildiberînin, lê em heqê xwe nagirin."
'MAFÊ ME NAYÊ DAYÎN'
Arif Buşai ê got, "Pêlava ku mirov li mexazeyan diecibînin, keda wê ez didim" diyar kir ku, ew 15 sal e di vê sektorê de dijî û da zanîn ku, patron keda karkeran desteser dikin û ew bi xwe jî beramberiya keda xwe wernagirin. Buşai anî ziman ku, ew li nêvengeke netenduristiyane û bêewleyî tên xebitandin û wiha got: "Em bi madeyên kîmyewî dixebitin. Ev made bandorê li me dikin. Em rastî her cure nexweşînê tên. Li vê nêvengê serêşandin û gêjbûyîn li me peyda dibe. Tu ewleyiyek me tune ye. Patron mafên me dixwin."