STENBOL – Fîrmayên navnetewî yên ku nîşaneyên aboriya Tirkiyeyê ya ku her diçe rewşa wê xerab dike esas digirin, vekişîna wan î ji piyaseya Tirkiyeyê didome. Mexazeyên Zara yên bi menşeiya Spanyayê ku li cîhanê ji wan mexazeyên dêwasa ne, wê çend roj şûn de hin civînan li dar bixe û wê der barê şaxên xwe yî li Tirkiyeyê biryara şênber ragihîne.
Tirkiyeya ku li aliyekî hem bi awayekî navxweyî hem jî navnetewî bi krîzeke siyasî re rû bi rû maye, li aliyê din jî bi bêîstîkrariya aborî re rû bi rû ye. Dolar di ser 3,36 TL’yî seyra, EÛRO jî di ser 3,56 TL’yî seyra xwe didomîne. Li gel vê her diçe TL jî li dijî Dolar û EÛRO bêqîmet dibe. Li gel vê vê bêîstîkrariya aborî, civakî û siyasî gelek fîrmayên navnetewî ji rewşa Tirkiyeyê ne razî û ne û bênavber piyaseya wê diterikînin.
LI ÎSTÎKLALÊ MEXAZEYÊN NAVDAR YEKO YEKO TÊN GIRTIN
Li kolana herî qelebalix Îstîklalê fîrma yeko yeko buroyên xwe digirin. Li Kolana Îstîklalê yek ji mexazeyên MedîaMarkitê ya herî mezin, ewil şaxa xwe yî Kolana Îstîklalê/Demrîorenê girt. Her wiha di nav fîrmayên hatin girtin de Şaxên The Hoûse Cafe Kolana Îstîklal û Tunelê, Colombîa, Teknosa, Paşabahçe jî cih digirin. Teknosa li Tirkiyeyê 76 mexazeyên xwe girtin. Her wiha heman fîrma, girtina hin şaxên wxe yî li bajarên din jî didomîne.
ZARA VEKIŞÎNA JI TIRKIYEYÊ NÎQAŞ DIKE
Yek ji wan fîrmayên ku dixwaze şûbeyên xwe bigire û niha nîqaşa girtina wan dike jî Mexazeyên Holdînga Zarayê yên bi menşeiya Spanyayê ku li cîhanê ji wan mexazeyên dêwasa ye. Mexazaya ku di bin navê ‘ZA GİYİM İthalat İhracat ve Ticaret Limited Şirketi’yê de bi dehan bajarên Tirkiyeyê şaxên wê hene, wê çend roj şûn de hin civînan li dar bixe û wê der barê şaxên xwe yî li Tirkiyeyê biryara şênber ragihîne. Zara ya ku li cîhanê 3’yemîn şîrketa herî mezin a cilûberga ye, ji 2015’an vir ve li 88 welatî zêdeyî 2 hezar mexazeyên wê hene. Li Tirkiyeyê jî 37 mexazeyên wê hene. Zara ya ku di bin banê koma Indîtexsê de ye, şîrketa herî mezin a komê ye. Di koma Indîtexê de li gel Zarayê; markeyên wek Massîmo Dûttî, Pûll and Bear, Oysho, Uterque, Stradîvarîûs, Zara Home û Bershkayê jî cih digirin.