Aborînas Kozanoglu: Di şertê OHAL'ê de razemenî encamê nastîne

STENBOL - Aborînas Prof. Dr. Hayrî Kozanoglu, têkildarî "Navendên Cazîbe"yê ku piştî rêbazên leşkerî wekî çareseriya pirsgirêka kurd li bajarên Kurdan tên avakirin diyar kir ku ev proje xweşêrinkirina berî referandumê ye û wiha got: “Di şertên OHAL'ê de razemenî encamê nastîne."

Hikûmeta Tirkiyeyê piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an li bajarên kurdan polîtîkayên şer dan meşandin û gelek bajarên kurdan ji kokê ve xera kirin. Bi mehan bajar li welatiyan hatin qedexekirin. Bi sedan welatî hatin kuştin. Piştî şerê li bajarên kurdan ku xwestin bi rêbaza leşkerî pirsgirêka kurd çareser bikin û encam bi dest nexistin, vê carê Serokwezîr Bînalî Yildirim beriya Referandumê dest bi propaganda "Navendên Cazibe"yê kir. Serokwezîr projeyên xwe di 24'ê Çileyê de bi raya giştî re parve kir. Ev dîrok di heman demê de salvegera “Bernameya îstîkrarê" ya ji bo çîna karker a beriya darbeya 1980'an xistibû meriyetê. Ji bo projeya 21 bajar û 23 navçeyan dixe nava xwe, 19 milyar û 600 mîlyon TL tê plankirin.

Têkildarî vê projeya Serokwezîr Bînalî Yildirim Aborînas Prof. Dr. Hayrî Kozanoglu nirxandin kir û diyar kir ku ev bi xwe re çareseriyê nîne. Kozanoglu, diyar kir ku ev hikûmet bi riya muteahîdan dixwaze sermayeyê kom bike û wiha got: "Razemeniya wê bêtir li ser înşaetê ye. Razemeniya fîzîkî ye. Berîya referandumê dixwaze xwe şêrîn bide xuyakirin.

PÊŞVEÇÛNA SERMAYEYÊ TIRKIYEYÊ BER BI FELAKETÊ VE DIBE

Kozanoglu, da zanîn ku hikûmetê di 24'ê Çileya 1980'an de bi "Bernameyên Îstikrarê" xwest kedkaran têxe bin zextan û rêxistinên sendîkayî belav bike û wiha got: "Wê demê saziyên wekî IMF, Bankayên cîhanê Cîhanê jî piştgirî dan. Hikûmeta niha jî bi heman rengî dixwaze bi van projeyan beriya Referandumê xwe şêrîn bide xuyakirin. 24'ê Çileya niha dişibe wê demê. li aliyekî dixwaze di şertên OHAL'ê de bi rêve bibe. Li aliyêdin hatina Tirkiye ya turîzmê ji sedî 35-40 daketiye. Tirkiye bi welatên derve ve hatiye girêdan. Aboriya Tirkiye roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe. Di şertê OHAL'ê de razemenî encamê nade.

RAZEMENIYA DI ŞERTÊ OHALÊ DE ENCAM NADEE

Kozanoglu, da zanîn ku her kes razemeniya ji bo kar, tenduristî û perwerdehiyê dixwaze. Lê ev razemeniya di nava şertên OHAL'ê de encamê nade. Kozanoglu, da zanîn ku berî her tiştî pêdivî bi şertê aramî, ewlehî, aştî û îstîkrarê heye û wiha got: "Piştî ku şertên aramî aştî û îstîkrarê pêş ket, wê demê razemenî tê kirin. Lê niha ev şert tune.

DÊ RAZEMENIYA 19 MILYAR Û 600 MILYON TL ÇAWA RAZÎNE

Kazanoglu, anî ziman ku di vê pêvajoya kriza aborî de dê çawa 19 milyar û 600 milyon tl razemeniye bike û wiha got: "Dema mirov nifûs û potansiyela li herêmê li ber çavan bigire ev ne hêjmarek mezin e. Lê di vê pêvajoya krîza aborî de zahmet e. Çavkanî bi şiklekî tê dîtin. Lê ev çavkanî dê çiqas berhemdar be. Dê çiqas bi encam bibe.

Necla Demir - dihaber