STENBOL - Dolar li hemberî Tl gav bi gav zêde dibe. Dolar/TL beriya rapora Fitchê bû 3.91.
Dolar li hemberî TL bê navber zêde dibe. Li gorî geşedanên siyasî TL li hemberî dolaran qîmeta xwe winda dike. Dolar/TL, beriya rapora Fitch ku nota aborî dide, derket asta 3.91'an. Dolar/TL serê sibê bi kûra 3.9109'an dest pê kir. Banka Navendî jî bi repoya şevê 26 milyar TL da piyasê. Kûr, piştî vê hewldana Banka Navendî daket 3.89'an. Dolar/TL di 11'ê Çile de bi 3.9415 gihiştibû asta herî bilind.
Piştî Serokwezîr Yildirim got dê OHAL bidome û Serokomar Erdogan got "Berê jî di nava şertên OHAL'ê de referandum hatibû kirin" dolar dîsa zêde bû û li hemberî Lîrayê Tirk qîmeta wî zêdetir bû. Dolar li hemberî Lîrayê Tirk gihişt 3.87'an.
FÎTCH DÊ RAPORÊ AŞKERE BIKE
Saziya Pîlekirina Krediyan a Navneteweyî Fitch dê îro têkildarî nota Tirkiye rapora xwe aşkere bike. Beriya ku FİTCH rapore aşkere bike dolar li hemberî TL dîsa buha bû. Berê jî rapora neyînî dabû krediya Tirkiye.