Piştgiriya çavkaniya sermayedaran kirin qanûn

STENBOL - Li gel kriza aborî û kembûna çavkaniyên aborî, "Qanûna Torbe" ku piştkiriya çavkaniyê dide sermayedaran di rojnameya fermi de hat weşandin. Bi vî rengî êdî dê bi awayekî fermî ji sermayedaran re piştgiriya çavkaniyan bê kirin.

Tirkiye ligel ku kîza abori dijî, deriyê çavkaniyên xwe yên sererd û binerd ji sermayedaran re vedike. Bi "Qanûna Torbe" ku piştgiriyê dide sermayedaran û deriyê çavkaniyan ji xizmeta sermayedaran re vedike, di rojnameya fermi dehat weşandin. Êdî bi awayekî fermî dê piştgiriya çavkaniyan bidin sermayedaran. "Qanûna Derbarê Hin Zagon û Guhertina Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de ya bi Qanûna Sindoqa Teqawîtan" ku wekî "Hawara" sermayedaran hat amadekirin di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Li gorî vê zagonê Lijneya Polîtîkaya Pereyan a Banka Navendi ku mehê herî kêm carekê kom dibû, ji niha û şûnde dê salê 8 caran kom bibe. Lijneya Polîtikayên Pereyan dê li ser banga Serokê Banka Neteweyî kom bibe.
Bi vê zagonê yê xala efoya deynan îhlal kiribe dê dîsa bê efokirin û dê heta dawiya Gulana 2017'an karibin razînin.

Ji bo piştgiriya KOBÎ'yan, piştgiriya heqê herî kêm ku ji sala 2016'an û şunde ket meriyetê, piştî 2017'an ger ku berdewam bike dê ji bacê muaf bên girtin û vakfên ku xebaten xwendekaran û perwerdehiyê dimeşîne jî dê malên Xezîne û cemaweriyê heta 49 salan karibin mafê bikaranînê bistînin.

Li gorî zagonê dê karibin maşîneyên bejayî, hewa û bahrê desteser bikin û bikin malê cemaweriyê.


DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN KOBÎYAN

Dê bi vê zagonê KOBÎ karibin bêtir sûdê ji krediyan bigirin. Di vê çarçoveyê de KOBÎ'yên ku di sektora îmalatê de cih digirin ger ku bibin yek dê karibin dê heta 3 serdeman ji sedî 75 ji daxistinê sûdê bigirin.

ŞÎRKET JI DEYNAN TÊN PAQIJKIRIN

Şîrketên ku di dema xwe de deynên xwe nedane, ger ku vê yekê ji Navenda Rîskê ya Banga Navendî Tirkiye re ragihînin, ger ku heta 6 mehan razînin dê paşeroja wan bê paqijkirin.