NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya pîlekirinê ya Krediyan a Navneteweyî Fitch biryara xwe ya der barê Tirkiye de aşkere kir û puanê krediya Tirkiye daxist. Li gorî Fitchê êdî li Tirkiye razemeni nayê kirin.
Saziya pîlekirinê ya Krediyan a Navneteweyî Fitch, biryara xwe ya der barê Tirkiye de aşkere kir. Fitch, puana krediyên Tirkiye ya ku berê BBB- olan bû, niha daxist asta BB+. Fitch bi vî rengî destnîşan kir ku êdî li Tirkiye razamenî nayê kirin û ji bo razemeniya aboriyê ne welatekî ewle û musaît e. Tirkiye daxist asta welatê Azerbaycan, Bahreyn û Portekizê.
Li gel saziya Fithcê saziyên krediyan ên wekî Moody's Investors Service û S&P Global Ratings jî puanê krediya Tirkiye daxistin û heman nirxandin kirin.
‘GUHERTINA QANÛNA BINGEHÎN DÊ HEVSENGIYAN XERA BIKE'
Fitchê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêşketinên di qada siyasî û ewlehiyê de bandor li ser pêşketina performansa aboriyê kiriye serxwebûna aboriyê asteng kiriye. Fitch diyar kir ku mezinbûna aborî ya Tirkiye di serdema duyemîn a 2016'an de bi awayekî lêz ketiye û daketiye bin performansa salên borî.
Fitch, da zanîn ku di demsala 3'emîn a 2016'an de tu pêşketin çênebûye û şertên siyasî û ewlehiyê bandora neyînî li ser Tl kiriye û qîmetê TL daxistiye.
DOLAR ZÊDE BÛ
Beriya biryara Fitchê buhoyê Dolar/Tl 3.8680 bû, lê piştî biryarê zêde bû û gihişt asta 3.88'an.
S&P jî nota krediyan a Tirkiye daxist.
Saziyên wekî Standard &Poor’s jî berîya Fitchê puanê krediyê yê Tirkiye daxist. Standard and Poor's, ji polîtîkayên Banka Navendî yê Tirkiye lawaz dît.