MÊRSÎN - Mersîniyan bandorên krîza aborî anîn ziman û bi îroniya "Li bajêr krîz tune ye" bal kişandin ser tunebûna hêza kirînê ya esnaf û xerîdaran.
Krîza aborî ya li Tirkiyeyê, her diçe bêtir xwe dide der. Li bazara zebze û fêkiyan a Mêrsînê, welatî û esnaf anî ziman ku krîza aborî bi her awayî abndor li wan kiriye. Ji esnafên abzarê Huseyin Akgul, anî ziman ku buhayên piyaseyê tevlîhev in û dest nîşan kir ku, krîza heyî bandorê li wan jî kiriye. Akgul, diyar kir ku kar rawestiyaye û dest nîşan kir ku, li halê buha nediyar in û got, ew berên dikirin nikarin bifiroşin.
‘EM NIKARIN BIKIRIN KU BIFIROŞIN'
Ji esnafên bazarê Mehmet Guneş jî ji westadriya kar bi gilî û gazinc e û anî ziman ku, li piyaseyê buha zêde ne. Guneş, diyar kir ku ew nikarin ji komîsyonvanan zebze bikirin. Guneş, balê kişand ser gotinên rayedarên dewletê û wiha îronî kir: "Li bajêr krîz tune ye."
Esnafê bi navê Suleyman İncî jî anî ziman ku, "Em nikarin beran bikirin ku em wan bifiroşin." Esnaf İsmail Yildiz jî diyar kir ku, welatî li gor hêza xwe ya kirînê danûstendinê dikin û gel berê xwe daye bazaran û wiha domand: "Heke neyên bazarê am dê biçin kuderê. Li marketan buha du qat zêde ne."
‘BILA WERIN KRÎZÊ JI ME BIPIRSIN'
Welatiya bi navê Nadire Çelik jî anî ziman ku, ew li gor budçeya xwe tevdigerin û wiha axivî: "Em hewl didin îdare bikin. Li Mêrsînê niha buha ne xerab in. Lê belê, ji ber ji dahatê bêtir lêçûn heye, em nikarin di ber re bigihêjin. Dibêjin krîz tune ye. Bila werin ji me bipirsin."