Pirsgirêk bi pakêtên teşwîqê çareser nabe

SÊRT - Rençberên çandinî û hilberîna fisteqan ên Sêrtê ji ber ku bi qasî qîmeta buhayê fisteqan, mahsula xwe nefirotin, li dijî polîtîkayên Serokwezîr ên teşfîkê bi bertek in. Serokê Yekîtiya Hilberîna Fisteqan, Şuayip Aslan, diyar kir ku hikûmet bi pakêtên teşfîkê nikare pirsgirêkan çareser bike.

Kirîza aborî ya li Tirkiye derketiye holê her ku diçe bandora xwe li ser hemû beşên civakê dike. Herî zêde bandora neyînî li ser rençber û çotkaran çêdike. Rençberên Fisteqên Sêrtê ku tenê debara wan li ser hilberîna fisteqan e, li dijî polîtîkayên AK Partiyê yên aboriyê bi bertek in. Li Sêrtê projeya fisteqan ku karibe bêtir hilberînê pêş bixe û axa bi bereket bike qadên çandînî û fisteqan neket meriyetê. Zevî û bejahiya Sêrtê ji bo çandiniya fisteqan qadek pir bi xêr û bêr e, lê ji ber ku proje li vir neket meriyetê encam negirt. Sêrt ku di qada hilberina fisteqan de di rêza di nava bajarên Tirkiye de di rêza 3’emîn de ye, bi qasî girîngî û bereketa axê sûdê bi fisteqan nagirin.

BERHEMÊN WAN BÊ QÎMET E

Serokê Yekîtiya Hilberîna Fisteqan, Şuayip Aslan, diyar kir ku hikûmet bi pakêtên teşfîkê nikare pirsgirêkan çareser bike. Aslan, diyar kir ku li Sêrtê qada çandiniya fisteqan 450 hezar dekar e û wiha got: "Rençberên fisteqan hem krîza aborî hem jî polîtîkayên Tirkiye yên teşwîkê bandora nayînî li ser wan dike. Lêçûn ji sedî 50 zem bûne. Lê malê rençberan zêde nebûye. Lêçûna ji hatinê duqat zêdetir e. Herî zêde rençberan para xwe ji kirêzê girtiye. Em gubre distînin. Ji ber krîza aborî tona gubre ji 1000 TL derket 1500 TL Ev bandora xwe ya neyînî li ser hilberînê dike.

PAKÊTA TEŞWÎKÊ PÛÇ DERKET

Aslan, bal kişand ser pakêta teşwîkê û wiha got: "Li hemberî vê pakêtê tiştek derneket. Ev pakêt pûç derket. Her çend teşwîkan aşkere bikin jî encam nastînin. Diyar dikin ku dê ji sedî 50 heqê masotê pêşwazî bikin. Lê heta niha me beramberî vê yekê tiştek nedîtiye. Soza ji sedî 50 kredî didin. Lê heta niha me tu kredî jî nedîtiye. Êdî banka hemû zeviyên çandiniyê dixe bin hîpoteka xwe. Dibêjin kirediya bê lîmît didin. lê her kes sûdê ji vê yekê nagire. Herî zêde rençber mexdûr dibin.

ÇIMA DESTEKÊ DIDIN EGE Û DERYAYA REŞ, ÇIMA NADIN HEREMA ROJHILAT

Aslan, da zanîn ku rençberên fisteqan tu sûdê ji van projeyan nagirin û wiha got: "Di qada çandiniyê de yek ji qadên herî bi bereket û statejîk Sêrte. Lê fisteq qîmet û buhayê heq dikin nabîne û bê qîmet e. Piştgiriyê didin rençberên Findeqên Deryaya Reş û rençberên Zeytûnan ên Egeyê. Lê heman piştgiriyê nadin rençberên Fisteqên Sêrtê û herêmê.

Aslan, herî dawî destnîşan kir ku wan di sala 2010’an de proje pêşkêşî YE'yê kir ev projeya wan hat erêkirin û wiha bi dawî kir: "Me di projeyê de xwest tesîsa festeqan a li ser 35 hezar metre kare bê avakirin. Dê bi vê projeyê Di cîhanê de tesisa herî peşketî ya pakêt û depokirina fisteqan bê avakirin. Me di sala 2016’an de bingeha wê avêt. Em hevî dikin ku di Gulana 2017’an de têkeve meriyetê. Dê 64 kes li vê tesîsê bixebitin. Dê 5 hezar kes ji vê tesîsê sûdê bigirin. Sêrt dê bi 5 qalîteyên cuda fisteqên herêmê pêşkêşî hemû cîhanê bike.

Dîren Yurtsever - dihaber