MÊRSÎN - Li Mêrsînê firotina jîngehan ji sedî 50 daketiye. Emlaqfiroş Kaya Beyaztaş, got tenê firoşkar digerin, lê kirîger tune ne.
Li Tirkiyeyê krîza aborî ya bi nîqaşên Qanûna Bingehîn bandora wê zêdetir bû, vê carê jî berê xwe da piyaseya emlaqê. Li Mêrsînê, di navbera rojên ewil ên Hezîrana 2016-2017'an de firotina jîngehîn nû ji sedî 50, firotina jîngehên hatine bikaranîn jî ji sedî 25 daketiye. Bi vê ketinê re bi hezaran daîre vala man û tê payîn kur ji ber nediyariya hêza kirînê ya gel û nediyariya piyaseyan dibe ku firotina jîngehan hîn bêtir bikeve.
‘BI FIROTINA XEYRÎMENQÛLAN DIXWAZIN SER DEYNAN BIGIRIN'
Emlaqfiroş Kaya Beyaztaş, ketina firotina jîngehan bi nediyariya piyaseyan ve girêda û anî ziman ku, 7 sal e cara ewil di asteke wiha de ew rastîne ketinekê tên. Beyaztaş, diyar kir ku di du salên dawî de mirov dixwazin daîreyan bikirin, lê belê şert û mercên dahata wan têr nake û got, li Mêrsînê niha firotina xeyrîmenqûl zêde bûye, lê belê li holê kirîger tune ne. Beyaztaş, diyar kir ku ji ber krîza aborî mirov bi firotina xeyrîmenqûlên xwe dixwazin deynên xwe bidin û wiha axivî: "Di du mehên dawî de me tenê firotina xeyrîmenqûlekê kiriye. Tenê firoşkar li telefonên me digerin. Kirîger qet nagerin."