Rewşa entîkevanan nebaş e

STENBOL - Kevnarefiroş ên ku ji rewşa welat a aborî ne razî ne diyar kirin ku, êrîşên bombyî yên li Stenbolê bandorê li turîzmê, karê turîzmê kiriye û wiha gotin: "Xwezî nêvengeke ji ya pêvajoya aştiyê baştir pêk bihatana..."

Pêldariya kûra dozvî, herî zêde esnafên biçûk mexdûr dike. Li Stenbolê, bi taybetî piştî êrîşên bombeyî û çekdarî hatin û çûyîna turîstan zaf kêm kir. Li gor Rapora Performansa Welat a Kanûna 2016'an a Yekîtiya Otelvanên Tirkiyeyê (TUROB), rêjeya turîstên biyanî yên tên Stenbolê ji sedî 25'ê ketiye. Ev dîmen bandorê li firotina esnafan jî kir.

Çarşiya Kevnefiroşan a li Taxa Firuzaga ya Beyogluya Stenbolê ye, yek ji wan ciha ye ku ev rewş bandoreke neyînî lê kiriye.

'KARÊ ME NEBAŞ E'

Hosteyê wereqan İsmaîl Tesdele, got karê wan qet nebaş e. Tesdele sedema nebaşbûna kar jî, êrîşên bombeyî yên li Tirkiyeyê nîşan da û wiha axivî: "Karê me zaf sekiniye, ez bêjim krîz e çî ye nizanim. Ji ber karên me hinekî karê dewlemenda ye, pir kirîn çênabe. Dema kirîn çênebe em karên tamîratê jî çênabe. Heke wek berê bûna, dê ji derveyî welat û ji nav welat mal ji bo me bihatanan. Karê me wis abaş bû, niha ew jî tune ye. Ji ber li piyaseyê tu kar tune ye, kes ji derveyî welat mal jî nayine. Dema neyê, em jî betal dimînin. Sedema vê ji sedî 90 teqînên li welat in. Bila karê me hinekî baş bibe, wekî din em tiştekî naxwazin."

ANTÎKEVANÊ 15 SALAN DIKANÊ DIGIRE

Suzan Geyar (56) a 15 sal e kevnarefirşiyê dike jî got, piyase û mirov guherîne û anî ziman ku, ew ê dev ji karê entîkevaniyê bike. Geyar wiha got: "15 sal e li vir im, niha min biryara girtinê daye. Karê me tune ye, piyase guheriye. Mirov guherîne, min jî biryara girtinê da. Ne hewceyî mirov bê vir û biçe. Ji bo vê min biryara girtinê daye. Niha û pê ve ez ê tu karî nekim."

EŞYA JI DERVEYÎ WELAT TÊN

Murat Çigdem (42) ê di 11 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye jî anî ziman ku, ew bi piranî eşyayên entîke ji derveyî welat dikirin û wiha domand: "Entîkevanî sektoreke ku li dor xwe digere, em di nav xwe de jî danûstendinê dikin. Em eşyayên malan ên kevin dikirin. Me eşyayên li malên ermeniyan dikirîn. Niha wan malên kevin jî nemane, pir hindik mane. Kesên bi salan tiştên kevn berhev kirine, dixwazin wan bifiroşin. Antîkevanên li Tirkiyeyê diçin pêşangehên derveyî welat. Li Fransa, Belçîka û Swêdê pêşangeh çêdibin, em ji wan derab malzemayan tînin."

‘REWŞA KEVNAREFIROŞAN SIFIR E'

Çigdem jî got karê entîkevanan sekiniye û wiha axivî: "Niha rewşa entîkevanan sifir e. Ji ber bi dowîzan tê kirîn, dema ji derveyî wleat tê îthalatkirin, em bi dolaran dikirin. Dema dowîz ji sedî sed zêde bû, êdî kar nema. Entîkevanî, girêdayî kêfa mirovan e. Li Tirkiyeyê, kesên dewlemend ên pereyan qezenc dikin ji ber êdî kêfa wan jî tune ye, karê me kêm bûye. Ji ber karê me karekî girêdayî hobiya mirovên kêfxweş e, tu bikî nekî ketiye."

‘XWEZÎ PÊVAJOYEKE WEK PÊVAJOYA AŞTIYÊ ÇÊBIBÛNA'

Çidem anî ziman ku di dema "Pêvajoya çareseriyê" de rewşa karê wan baş bûye û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê, di dema pêvajoya aştiyê de kar baş bû. Lê niha em di nêvengeke şerî de ne, bandorê li me dike. Her roj pirsgirêkek dertê. Xwezî nêvengeke ji ya pêvajoya aştiyê baştir pêk bihatana... Dê hem ji bo Tirkiyeyê û dê hem ji bo mirovan baştir be. Kurd, elewî, suryanî gelên Tirkiyeyê ne... Helbet em dixwazin em bi hev re di nêvengeke aştiyane de bijîn."

Ugur Atabay - dîhaber