WAN - Bi sedan esnafên Bazara Mezin a Rûs, ji ber OHAL'ê û Krîza Aborî îflas kirin û dikanên xwe digirin.
Li Wanê bi sedan esnafên Bazara Mezin a Rûs, ji ber OHAL a li Tirkiye hatiye îlankirin û Krîza Aborî îflas kirin û yek bi yek dikanên xwe digirin. Bi taybetî piştî pêvajoya 24'ê Tîrmeha 2015'an ku şer li Tirkiye dest pê kir û herî dawî piştî pêvajoya 15'ê Tîrmehê û îlana OHAL'ê rewşa esnafên Bazara Mezin a Rûs roj bi roj xera dibe. Bi sedan esnafên ku li bazarê debara xwe dikirin, êdî ji ber kirîzê dikanên xwe digirin. Li bajarê ku di salek dawî de 603 esnafan dikanên xwe girtin, herî zêde li Bazara Mezin a Rûs esnafan dikanên xwe girtin.
Esnafê bi navê Zabit Hanoglu, diyar kir ku di salek dawî de esnaf krîzê diejîn û ji ber êdî biyanî nayên ne dikarin bifiroşin û ne dikarin bikirin. Hanoglu, ani ziman ku kirîza aborî bandorekm neyînî li ser welatiyan dike û ji ber vê yekê welatî nikarin bikirin. Hanoglu, da zanîn ku ji ber krîza aborî ew jî nikarin bazirganiyê bikin û neçarin ku dikanên xwe bigirin.
Hanoglu, xwest ji bo dîsa her tişt asayî bibe şer bi dawî bibe û OHAL rabe.
‘DI ERDHEJÊ DE ME EW QAS ZERAR NEDÎT'
Esnafê bi navê Kenan Olmez jî diyar kir ku ji ber kirîza aborî 2 mehin nikare kîraya dikana xwe bide û wiha got: "Li Wanê di erdhejê de xaniyê min xera bû lê min ew qas zerar nekir. Ez ew qas neketim bin bandora erdhejê. Ez 350 tl krê didim. 6 mehin tu karî nakim. Sala berê kirîn û firotin baş bû. Lê îsal kirîn û firotin tune ye. Ji ber şer turîst jî nayên vir. Em di bin deynan de man.
TÛRÎSTÊN ÎRANÊ JÎ NAYÊN'
Esnaf û hunermend Muhammet Tucî jî diyar kir ku her sal bi sed hezaran turîst dihat wanê, lê îsal turîst nehatin wanê. Tucî anî ziman ku heta heft meh berê karê wî baş bû, lê êdi kar rawestiya ye Ez mehê 500 TL kîra didim. Lê ji ber kar tune nikarin kira bidim.