Turîstên çileya îsal li gorî ileya par ji sedî 8 kêm bûn

ANTALYA - Amîrtiya Mulkên Îdarî ya Balafirgeha Antalyayê diyar kir ku di meha çileya 2017'an de li gorî çileya 2016'an tûrîstên hatin Antalyaye ji sedî 8 kêm bûn.

Amîrtiya Mulkên Îdarî ya Balafirgeha Antalyayê daneyên hatina tûrîstan a meha Çileya 2017'an aşkere kir. Li gorî daneyê Mulkên Îdarî ya Balafirgehê turîstên Antalya yê meha Çileya 2017'an li gorî çileya 2016'an ji sedî 8 kêm bûye. Îdareyê diyar kir ku di çileya 2016'an de ji sedî 43 kêm bû û îsal bêtir kêm bû. Di daneyan de wiha hat gotin: "Çileya 2017’an ji çileya 2016’an xerabtir e. Heta 24'ê Çile di 24 rojan de 67 hezar û 690 turîst hatin Antalyayê. Ev hêjmar li gorî çileya 2016’an ji sedî 8 kêm bû. Sala 2016’an jî, li gorî sala 2015'an ji sedî 43 kêm bû. Li gorî daneyê 4 milyon û 693 hezar turîst nehatin Antalyayê.