SÊRT - 142 karkerên Kana Madenê ya li Navçeya Şîrwanê ya giredayî Koma Cinerê, piştî ji kar hatin derxistin, rayedarên şîrketê teblîgata ku ji kar hatine derxistin şandin malên 142 karkeran.
Şîrketa Koma Cinerê ku li Kana Madenê ya Gundê Madena Şîrwana Sêrtê karkeran dide xebitandin, ji kar derxistibû. Fîrmaya Park Elektrikê ji 449 karkeran 142 karker ji kar dûr xistibûn. Rayedarên fabrîqeyê diyar kiribû ku 307 karkerê mayî jî piştî cewherê di Kana Madenê de xelas bû dê derxe. Midûrê Şirketê Kamil Narman agahî dabû karkeran û anîbû ziman ku dê wan ji kar derxe. Li ser vê yekê karkeran di 19'ê Çile de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû.
Karkerên ku ji kar hatin derxistin û dest bi çalakiyê kirin, li ser soza Waliyê Sêrtê, dest çalakiyê berdan. Di vê pêvajoya ku li bendê bû dîsa karkeran li karê wan vegerînin teblîgat şandin mala 142 karkeran bi awayekî fermî diyar kirin ku ji kar hatine dûrxistin.