ÎZMÎR – Esnaf û hilberînerên Bazara Ruyê Erdê "Slow Food Foça" ya Tirkiye ku her roşên Yekşemê li navçeya Foça ya Îzmîrê tê avakirin diyar dikin ku “Cureyeke jiyana din pêkan e" û berhemên bi destê xwe hilberandin tînin bazarê yekser difroşin berxwiran.
Li navçeya Foça ya Îzmirê di 2011'an de yekem Bazara Ruyê Erdê ya herî mezin a Tirkiye ya bi navê "Slow Food Foça" hat avakirin. Piştî ev bazara hat avakirin, esnafên vê bazarê berhem û hilberînerên xwe yên ji nava zeviyan kom dikin tînin li vir difiroşin. Çotkar û esnaf berhemên xwe yên organîk ji nava zeviyên xwe kom dikin û tînin li vê bazarê difiroşin. Li vê bazarê navbênkar û komîsyon tune. Rençber berhem û hilberînerê xwe kom dikin û tînin li vê bazarê yekser digînin serfkar û berxwiran. Bazara ku bi alîkariya Yekîtiya Foça Zeytîndalî her rojê Yekşemê li Foça tê avakirin rençber û berxwiran digîne hev. Bazara ku li Qada Yeni Parkê tê avakirin her hefte roja Yekşemê di navbera 08.30-18.30'an de rençber berhemên xwe digînin berxwiran.
Li vê bazarê tenê berhem nayê firotin, perwerdehiya tamê jî tê dayîn. Rençber bi xwe diçînin piştre kom dikin û dikin berhem û difiroşin. Reçber berhemên organîk bêyî maddeyên kîmyewî tev lê bikin difiroşin.
YEKEM BAZARA RUYÊ ERDÊ YA TIRKIYE YE
Serokê Yekîtiya Foça Zeydindali Gul Girişmen, bang li hemû gelê Îzmirê kir ku bên li vê bazarê kirîn û firotinê bikin û wiha got: "Bazara Ruyê Erdê Slow Food Foça yekem bazara fermî ya ruyê erdê ya Tirkiye ye. Hemû cotkar, rençber û hilberînerên çandiniyê li vir digêjin hev û piştgriyê didin hev. Berxwir dikarin her tiştî li vê bazarê bibînin. Hûn dikarin teamê çar demsalan li vir bibînin. Hemû fekî û team ji destê yekemîn tê li vir tê firotin.
‘JIYANEK DIN PÊKAN E'
Hevparê Bazara Ruyê Erdê Turhan Çiftçî diyar kir ku li vê bazarê her tişt xwezayî ye û wiha got: "Tu armanca vê bazarê ya kar û sermayê tune ye. Armac jiyanek bi tenduristî û aram e. Li vê bazarê her tişt şîfa ye."
Endamê bazarê Huseyin Karaca ku gihayê çolê kom dike û tîne li vir difiroşe diyar kir ku ew gihayê ji çolê kom dike tîne li vir difiroşe. Ez ji çiyê cahter reyhan û gelek gihayê şifa li vir belav dikim.
Berxwirê bazarê Ercument Ercumentçiler û Hanife Karaca jî anî ziman ku ew ji bazarê gelek kêfxweşin û her tiştê vir xwezayî ne. Hilberîner û berxwirên bazarê anîn ziman ku li vir ked tê parastin û her tişt xwezayî organîk û bi tenduristî ne.
SLOV FOOD
Slow Food, di sala 1989'an bi şêwaza fast food û jiyana bi lez berhemên herêmî diparêze û ji bo jiyanek ekolojîk û xwezayî ji aliyê Carlo Petrini li Îtalya hatiye avakirin. Slow Food li cîhanê 100 hezar endamê wê hene. 1300 şaxên wê yên herêmî hene.