Bi arizîkirina petrolê rê li pêş tantê vedikin

ÊLIH - Petrola li gundê Êlihê yê ji 50 malî pêk tê ku dikare gund vegere bajarekî mezin û hawirdoreî polîtîk ava bike ji ber tê arizikirin qada rantê ava dike. Bajara ku 60 sal in bi petrolê li ser piyan e, biryara arizîkirinê Petrolên Tirkiyeyê darbeyek mezin li van cihan dixe.


Li herêmên Raman û Garzan di sala 1950’an de cihên petrole hatin dîtin, bîr hatin kolan û di sala 1953’yan de rafîneyên bi teknolojiya pêş petrol hat hilberîn. Ev hilberîn ew qas mezin bû ku gundê Îluh ku wê deme 50 malbat bûn bajrê Êlihê li wî gund hat avakirin. Rafîneya Êlihê ku rojê hezar ton e (salê 330 hezar ton) heta sala 1955’an ceribandaina hilberînê kirin û di sala 1956’an de dest bi hilberîna rast kirin. Karên kirine ji şirîkên Amerîkayê re hatin hiştin.

Bi derketina petrolê re karkertiya petrolê jî derket holê û jig undan bi sedan kes di bîrên petrolê de dest bi kar kirin. Di salên destpêkê de petrol bi hêza mirovan hat derxistin. Mirovên ku ji gundê Ramanê ji bo karkeriya petrole hatin ji bilî karê zeviyan tiştek nedizanîn û amûrên derxistina petrolê jî tune bûn. Karkeran varîlên 100 kîlo bi pişta xwe dikişandin. Di qezayên kar de mirovan jiyana xwe ji dest dan û Şirîkiya Petrolên Anonîm ên Tirkiyeyê (TPAO) anî vê merhelê. Di pêvajoya niha de Wezareta Enerjiyê û rêveberiya TPAO’yê Petrolên Tirkiyeyê hatin taybet kirin (arizîkirin) û di projeya ji bo teslîmî TPÎC’ê bikin li bendê ne îmze bên avêtin. Niha bi deh hezaran kesên ku debara xwe bi vî karî dikin fikarên pêşerojê dikin.

‘BIHIŞTEK SEXTE AVA KIRIN'

Sekretere Perwerde û Hilberîna Giştî yê Sendîkaya Îş Petrolê Mustafa Mesut Tekîk diyar kir ku ligel ku nifûsa Êlihê mezin dibe jî ji ber polîtîkayên şaş hêjî ji bo aboriyê gündeki mezine û wiha gund: “Ji bo çavkaniyên bajarekî bi awayekî adilane bên belavkirin divê rêveberiya herêmê bê xurtkirin. Ger nirxandina çavkaniyên aborî û manevî di destê rêveberiyên herêmî de ba dê zengîn û feqîrtî tunebaya. Ger çavkanî bi adîlane bihatan belavkirin dê bihûjt bijiyana dê zefîrtiya ku vegeriyaye dojehê tune ba. Lê rastiya ku gelê herêmê ji vê petrola kut ê derxistin tu feydeyekê nabîne li holê ye.”

JI GIRTINA KARKERAN A TORPÎLÊ RE APOCU BÛN ASTENG

Tekîk, da zanîn ku ji aliyê Şirîkiya Anomîn a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ve di sala 1979’an de piştî hat gotin ku dê ji bo rafîneuên Êlihê 500 karker bgirin kar, kesên ku rewşa wan baş û torpîlî bi kargeran re hevdîtin pêk anîn û wiha pêde çû: “Karkerên Êlihê bi fikar bûn ku dê karkerên bi torpîlî bigirin. Wê deme Apocuyên ku hêdî hêdî li Êlihê bandora xwe didan nişandan agahiya torpîlan girtin û ji rayedarên rafîneyan re gotin ku kesên bên giritn divê bi kurayê bên girtin. Rayedarên ku xwe li ber zextên gel û Apocuyan ne girtin 500 karkerên ku girtin kar bi pergala kurayê girtin û li ber çavê her kesî pêk anîn. Çepgir, rastgir ferq nake bi sedan kesên feqîr girtin kar. Ev nêzîkatiya adilane, rêzdariya ji bo Apogeran zêdetir kir. Karkerên bi kurayê girtin kar ev girtina adilane li her cihê ku diçûnê vedigotin. Gelê Êlihê her tim ev kura diaxivî. Edîp Solmaz k udi sala 1979’an de wekî serbixwe ket hilbijartinan, bû Serokê Şaredariya Êlihê û piştî hat ser kar 28 roj şûnde rastî êrîşa bi çek hat û hat qetilkirin, di qezenckirina Solmaz de jî rolekî mezin ê vê adilaneyê hebû.”

‘PÊŞKÊŞÎ SERMAYEYÊ HAT KIRIN’

Tekîk, anî ziman ku di sala 1999’an de Ofîsa Petrol hat taybetkirin û firotin Holdînga Doganê û wiha domand: “Ofîsa Petrolê ji nirxê xwe erzantir hat firotin. Piştî re jî Holdînga Dogan bi ferqa 5 qatî firot komek sermayek din. Dîsan TUPRAŞ ji nirxê xwe kêmtir (4.5 milyar dolar) firot Holdînga Koç. Ev hemû bûn sedem ku hêza karker, sendîkayên karkeran bên taybetkirin û wan wekî koleyan bikarbînin. Di van rojan de jî Wezareta Enerjiyê, ji bo TPÎc hinek beşên TPAO’yê bigire bingeha qanûnî avadike. Ji bo em pêşiya vê bigirin hevdîtinên me didomin. Lê karen dewrkirina gihiştina asta îmzekirinê û dibe ku niha jî îmze bên avêtin. Ger em nekarin pêşiya vê bigirin jî em ê têkoşina xwe bidomînin.”

Mahmut Ruvanas / Sonya Bayik - dîhaber