Yek kirin Sî

COLEMÊRG - Zelîha û Necdet Cankûrtaran ên ji Geverê koçberî Stnebolê bûn û fêrî karê tekstîlê bûn, piştî bûn xwedi pîşe, vegeriyan Gevere û kargeriya tekstîlê vekirin. Hevseran bi makîneyek destpê kirin û bi 30 makîneyan berdewam dikin.

Li gundê Kerpetê ya Gevera Colemêrgê Zelîha û Necdet Cankûrtaran, 20 sal berê koçî Stenbolê bûn û li wir di karê tesktîlê de xebitîn. Zelîxa û Necdet piştî fêrî karê tekstîlê bûn, vegeriyan gund û kargerî vekirin. Zelîha û Necdet 6 salin li gundê Kerpetê kargeriya tekstîlê vekirine û hilberînê dikin. Li gund bi makineyekê dest bi kar kirin û niha bi 30 makîneyan berdewam dikin û 30 jin li vir dixebitin. Zelîha û Necdet Cankûrtana armanc dikin ku vê hijmarê derxin 100'an.

BI PEREYÊN RÊ Û KIRÊ MAKÎNE KIRÎN

Zelîha Cankûrtaran diyar kir ku dema di teksîlê de dixebitî Necdet Cankûrtaran nas kir bi wîre zewicî û wiha got: "Malbata min ji ber li Sêwazê kar tûne bû koçî Stenbolê kirin. Necdet jî ji ber kar tûne bû ji Geverê koçberî Stenbolê kirin. Me li Stenbolê hev nas kir û em zewicîn. Em ji vir çûn Edîrneyê. Li Edîrneyê me makîneyek sitend û em hatin gund û me li vir kargerî vekir." Cankûrtaran anî ziman ku ew bi makineyek hatine gund niha 30 makîneyên wan hene û wiha pêde çû: "Ji ber me karê xwe li gunda berdewamkir karê me pir zêde bû. Perê av, ceyran, rê û kîra yê di cêba me de ma. Me mala xwe kir atolye û 6 sale em li vir dixebitin."

'LI ŞÛNA BIÇIN BAJARAN BILA VEGERIN GUND KAR BIKIN'

Cankûrtaran destnîşan kir ku ew ji bo aboriya Gever pêşkeve hatine gund li vir kargerî vekirine û wiha axivî: "Ciwanan şûna diçin bajarê mezin bila li gundê xwe bixebitin. Niha li vir 30 jin dixebitin. Tev ji bo azadiya aboriya xwe dixebitin. Jin li vir hilberîna xwe nîşan didin. Bi hilberîna jinan em mezin dibin." Hevserê Zelîha Necdet Cankûrtaran jî banga piştevaniyê li esnafên Gever kir û wiha got: "Malên ku em li vir çê dikin niha em didin esnafên Gever. Bila esnafên Gever şûna ji derve mal tînin ji me mal bistînin." Cankurtaran xwest ku li hemû gundên Gever cîhê wisa bê vekirin û wiha got: "Em dikarin bi van kargeriyan aboriya Gever li ser piya bihêlin û pêşve bibin."

Fethî Balaban - dihaber