NAVENDA NÛÇEYAN - 22 sektoran tevahiya razemeniyên xwe li Rojavayê Tirkiyeyê kirin. Tekîrdag bi 6 sektoran di nava 3 berhênerin mezin ên bajar de cih girt, Kirklarelî di sektora 2’yemîn de rêza sêyemîn, Stenbol jî bi 14 sektoran di rêza yekemîn de ye. Navê Dîlokê tenê di sektora karê erzande derbas dibe.
Di qada razeminyê de newekheviya di nava herêman de her ku diçe mezin dibe. Li gorî zanistên di Pergala Zanista Rahijmend a Wezareta Sanayiyê (GBS) de Tekîrdag di 6 sektoran de di nava 3 bajarên hilberîner ên mezin de cih digire. Di nava 2 sektoran de jî yekemîne. Piştî Qeyserî, Stenbolê nasnava ‘paytextê mobîlyayê’ jî diparêze. Stenbol hêjî di nava 14 serktoran de hêjî paytexte û di 8 sektoran de jî yekemîntî li bajarên dine. Li bajarên herêmê jî li Dîlokê ku sanayî pêşketiye, di nava sektora hêza karê erzan derket pêş.
Di nûçeya Rojnameya Dunya de, Pergala Agahiyê ya Hewldanê ku mezinbûna dayenên firotina 2015'an esas digire, destnişan dike ku kijan bajar Paytextê kijan sektorê ye. Daneyên 2015’an ku lokomotîf aboriya Tirkiyeyê ya bajaran derdixe pêş “bûyera Tekîrdagê” nîşan dide. Hilberîna sanayiya Çorlu û Çerkezkoyê, Tekîrdag di 6 sektoran de derxist pêş. Kirklarelî jî di 2 sektoran de dikeve nava 3 bajarên destpêkê.
KOCAELÎ DI 8 SEKTORAN DE YEKEMÎNE
Ligel Stenbolê jî bajarên Bursa, Kocaelî, Îzmîr, Enqere jî giraniya wan a sanayiyê tê zanîn. Lê li gorî daneyên GBS’ê di demên dawî de bajarên din ên derketine jî hene. Li gorî lêkolîna ku Stenbol ji ber cihê xwe yê taybet jê bê par hatiye hiştin, Kocaelî 8, Îzmîr 5, Bursa 2, Tekîrdag 2, Enqere 2, Dîlok, Manîsa 1, Kayserî 1 di hilberîna sektöre de cih girtin. Di hilberîna ceyran û çêkera makîneyan de (ji bilî Stenbolê) Tekîrdag yekemîne. Kirklarelî di 2 sektoran de rêza yekemîn de ye.
DI RIYA HESIN DE ENQERE YEKEMÎNE
Di nava bajarên herêmê de Dîlok di sektora hêza kar a erzan de yekemîne. Li tevahiya Tirkiyeyê di vê sektöre de para wê ji sedî 17.3 ye. Paytextê hilberîna amûrên bîlgîseyar, elektronîl û optîk Manîsa ye. Ji rêya xwe ya ji sedi 32.4 li pêşiya Stenbolê ye. Kayserî ku wekî “şerê anatolyaya navîn” te nasîn di sektora mobîlyayê de (ji bilî Stenbolê) bajarê ku herî zêde hilberînê pêk tîne ye. Ti otomotîvê de wekî dihat hêvîkirin Bursa û Kocaelî li pêşin, bajarên ku di hilberîna riya hesin û behre de li pêşin jî Enqere, Yalova û Eskîşehîr in. Enqere bi rêjeya ji sedî 26.1, di vê sektorê de li pêşiya Stenbolê ye.
STENBOL DI 14 SEKTORAN DE YEKEMÎNE
Li Stenbolê ku aboriya Tirkiyeyê lê kom dibe, di gelek sektoran de paytexte. Stenbol di 14 sektoran de yekemîne û belavkirina bajarên din jî wiha ye: Hilberîna Titûnê (Îzmîr), tekstîl (Dîlok), berhemên daran (Kocaelî), amûrên rafînekirina petrolê (Kocaelî, Îzmîr), kîmya (Kocaelî), amûrên bîlgîseyar elektronîk optîk (Manîsa), wesayîtên bi motor (Bursa, Kocaelî) û wesayîtên din (Enqere, Yalova)